RÛPELA BINGEH | ŞEHÎD | BIKE MALPERA DESTPÊKÊ | BÊXE NÊV BIJAREYAN | KONTAKT  | INFO | LÊGERÎN | ARŞÎV
  Menû
  Legerin


  Têketin
Bikarhêner

Şîfre

Security Code: Security Code
Type Security Code

Bibe endamê Pdk Bakur
  Têketina Admin
· Admin/Berpirs
· çe
· Change Survey
· Ýçeriði Düzenle
· Derketin
 
Güncel PDK-BAKUR : ÎRO ROJA ÞEHADETA „GANDÎ-YÊ FEHMÝYÊ BÎLAL“ SEROKÊ PARTÝY
Av. Faik Bucak - salên 1940î demê xwendevaniya wî li fakulteya hûqûqê li Istanbulê Wêne: Kurdistantime.com

DÝ 43-EMÎN SALVEGERA ÞEHADETA AV. FAÎK BUCAK DE - EM WÎ BÝ RÊZDARÎ BÝBÎRTÎNÝN

„Sonda me mirin e di rêya te de welat“

Av. Faîk Bucak

Roja 4ê Tîrmehê ji bo tevgera welatparêza bakurê Kurdistanê û bi taybetî ji bo me,  Partiya Demokrata Kurdistan-Bakur yek ji wan rojên reþ e. Berî 43 salan rojekî wekî îro (4ê tîrmehê 1966) Serokê Partiya me -wê demê navê wê Partiya Demokrata Kurdistana Tirkîyê- Av. Faîk Bucak tevlî karwanên þehîdên Kurdistanê bû. Demê Serokê PDKT /TKDPê Faîk Bucak þehîd bû 47 salî bû. Yanî di temenê xwe yê herî bêrdar û þareza de, di demeke ku bi zanîn û tecrûbeyên xwe bikariya xizmeteke gelekî qenc ji doza miletê xwe re bike, hat þehîd kirin.

Zêdetir bixwîne... | Nêrîn?
Güncel Serok Barzanî serkirdeyê duh, îro û sibê
Ji destê cepê sêyemîn Mesûd Barzanî

MESÛD BARZANÎ - PLANDANER Û AVAKARÊ SEREKE YÊ DEWLETÊ Û NETEWA KURDÝSTANÊ

Serok Mesûd Barzanî ji bo cara duyem xwe ji bo hilbijartina serokê herêmê kandîd kir. Tevgera Kurdistanê pêwistî bi kesayetekî wekî wî heye.  Mesûd Barzanî kurê þoreþa Kurdistanê ye. Berxwedana azadiya Kurdistanê wî pijandiye, ji pêþmergeyeki ciwan ber destê Serokê nemir Mele Mustafa Barzanî îro kesayetekî dîrokî peyda bûye. Mesûd Barzanî  ji bo prosesa îro ya xessas ku Rojhilata naverast û Iraq tê re derbas dibe ji bo paþeroja welatê me Kurdistanê kesayetê herî girîng e. Hilbijartina Serok Barzanî bi encameke serkevtî, ji bo dost û dijminên me dê bibe peyamek. Roja 25e Tîrmehê êvarê hewce ye, miletê me ji dinyayê re nameyeke navdagirtî rêbike. Ew jî bi du bûyeran dibe: Bi rêjeyeke bilind beþdarbûn di hilbijartinê de û bi rêjeyeke bilind hilbijartina Serokê Kurdistanê. Bêguman hewce ye listeya Kurdistanî jî dengekî zêde bîne û Parlamenteyeke bi istîqrar û pirreng teþkîl bibe. Deng bikaranîn di hilbijartinê de erkekî hevwelatî ye û Dengdan ji bo Serok Barzanî jî erkeke wijdanî û kurdewarî ye û her wisa peyameke ji bo dijminên doza Kurd û Kurdistanê. (Amedekar: Editoriya Malperê – PDK-Bakur)


Zêdetir bixwîne... | Nêrîn?
Güncel Kiryara teroristî ya li Kerkûkê hat þermezar kirin

Serokê herêm û hikûmeta herêmê teqîna duhî ya li Kerkûkê þermezar kirin

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê piþtî kiryara terorîstî ya duhî ya li Kerkûkê(li taxeke kurdniþîn) ku di encamê de 33 welatiyên medenî þehîd bûn û zêdetir ji 94 kesên din jî birîndar bûn, di beyanameyekê de kiryara terorîstî þermezar kir.


Zêdetir bixwîne... | Nêrîn?
Güncel Civînên Serok Barzanî bi dezgeh û rêxistinan re berdewam e

Serok Barzanî: Ýþaretê prensîba demokrasiyê kir, meselên xwe bi riya dengdanê çareser bikin!

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duhî digel wezîr û desteya rawêjkariyê ya wezareta çandiyê ya herêma Kurdistanê, birêveberên çandiniyê ên parêzgehên herêmê ,nûnerê rêxistin û sendîkayên çandiniyê  ên Kurdistanê civiya. Di civînê de wezîrê çandiyê qala kar û çalakiyên ku wezareta xwe di maweya kabîneya pence ya hikûmeta herêmê de kiriye, kir û plan û bernameya bê ya wezareta çandiniyê aþkere kir.


Zêdetir bixwîne... | Nêrîn?
Güncel Kareki hêja: Bo sedsaliya zimanzanê mezin Qanatê Kurdo Komîteyek hat damezirandin

JÝ KOMÎTEYA SEDSALÝYA QANATÊ KURDO: AGAHDAR Î JÝ BO RAYA GÝÞTÎ

Me komîteyek pêkanî bo þahînetkirina (pîrozkirina) sedsaliya zimanzanê mezin Qanatê Kurdo, ku ew berhemine zimanzan ji rûsî wergerîne kurmancî û yobîlêya sedsaliyê bike diyarî bo gelê kurd, ew gelê, ku dilê Q. Kurdo bo serketina wî tim lêdida û di wê kêmserketinê de rola Q. Kurdo jî aþkere ye. Herweha ew komîte wê piþkdarî çalakiyên çandî liser Q. Kurdo bi rêya sêmînaran li Kurdistanê û li dervayî wê bibe.

Zêdetir bixwîne... | Nêrîn?
Güncel Serokê GfbV Tilman Zulch ji Hillary Clinton re derbarê pirsa Kerkûkê de name rêkir
GfbV - LogoKovara GfbV - Pogrom

Rêxistina bo Gelên Bindest ji Hillary Clinton daxwaza çareseriya pirsa Kerkûkê kir

Doh serokê Rêxistina bo Gelên Bindest (GfbV) Tilman Zülch, di daxuyaniyekê de ji medya cihanî re ragihand ku wan ji Hillary Clinton daxwaz kirine, bo pirsa Kerkûkê hewl bide û alîkar be ku li Iraqê û Kurdistanê neleheviyên etnîkî çareser bibe. Tilman Zulch, di nameya xwe de dibêje, hingî referandûma Kerkûkê bi paþde bikeve an li dar nekeve, dê pirsa Kerkûkê û emin û asayiþ alozîtir bibe, her wisa nakokiyên etnîkî û civakî mezintir û girantir bibin. Ji bo vê yekê wan di nameya xwe de ji H. Clinton daxwaz kirine ku demekî zûtir pirsa Kerkûkê çareser bike.

Zêdetir bixwîne... | Nêrîn?
Güncel Belgenameyek derbarê hejmara Kurdan de - delîleke berçav ya Kurdistanîbûna Kerkûkê
Awirekî ji bajarê Kerkûkê

Belgenameyeke girîng li ser baþûrê Kurdistanê

Di belgenamê de li ser hejmara akinciyên Kurdistana Iraqê a di sala 1945an de hin zanyariyên girîng hene. Li gor belgenameyê Kerkûk wek wîlayeteke Kurdistanê tê diyarkirin. Pukmedia kopiyeke belgenameyeke girîng ji arþîva leþkerî a Fransayê bi dest xistiye. Di belgenamê de li ser hejmara akinciyên Kurdistana Iraqê a di sala 1945an de hin zanyariyên girîng hene. Li gor belgenameyê Kerkûk wek wîlayeteke Kurdistanê tê diyarkirin.


Zêdetir bixwîne... | Nêrîn?
Güncel Amineh Kakabaveh û Hans Linde parlamenterên swêdi bi nameyek daxwaza berdana Yuksel Mutlu kirin
Amine Kakabaveh Parlamentera asilkurd li SwêdêYuksel Mutlu - IHD

Yuksel Mutlu bê þert û merc berdin

EuroKurd Human Rights- EHR, Stockholm - Îro li ser navê Partiya Çep ya Swêdê (Vänster Partiet), parlementera çalak Amineh Kakabaveh û Parlamanter Hans Lindeyê ku ji xebatên xwe yên di komîsyona parlementoya Swêdê pirsên derve, tê nasîn, nameyek nerazîbûnê ku rengek protestoyî jî hemêz dike, ji serokomarê Turkiyê Abdullah Gul re þandin. Herdu parlamenteran piþtgirî dan endama þerefê ya Komela Mafê Mirovan li Turkiyê-IHD Yuksel Mutluyê, û nerazîbûna xwe li hemberî girtin û zîndanîkirina wê anîne zimên. Em nameya wan pêþkêþî we dikin.


Zêdetir bixwîne... | Nêrîn?
Güncel Amed di 84 emîn salvegera wan de li Þehadeta nemiran xwedî derket

Merasima bîranîna Þêx Seîdê nemir pêk hat

 


Zêdetir bixwîne... | Nêrîn?
Güncel Federasyona Rêxistinên NGO's banga pistgirîya hilbijartina Serokê Kurdistanê kir

FEDERASYONA RÊXÝSTÝNÊN NEHUKÛMÎ (NGO) PÝÞTEVANÎYA HÝLBÝJARTÝNA MESÛD BARZANÎ DÝKÝN

Biryar Hêriþ / Hewlêr – Federasyona rêxistinên nehukûmîyên ku ji 48 alîyan pêk dihê, piþtevanîya xwe ji bo serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî da nîþandan, ku ew careka din bibe serokê herêma Kurdistanê.

Zêdetir bixwîne... | Nêrîn?
Güncel Þerafettin Elçî, Ziya Acar û Naci Kutlay îro di KURD1 de serpêhatiyên xwe yên „Bûyera 49-an“ pêþkêþ dikin

Bernameyek derbarê „Bûyera 49-an“ de

Bernameya Dîroka Me ya vê hefteyê, îro (29ê Hezîranê) di saet 22.00 de li ser “Bûyera 49’an” e, ku di 1959’an de nêzîkî 50 welatparêzên kurd ji ber separatîzmê hatibûn girtin. Yek ji wan: Emîn Batu di zîndanê de þehîd dikeve, dimîne 49 kes, ji ber wê yekê di dîroka me ya nêzîk de navê wê ma “Bûyera 49’an.”

Zêdetir bixwîne... | Nêrîn?
Güncel TEVKURD: Li Amedê ji bo îhtîrama þehîdên Kurdîstanê, we dawetî merasima bîranînê dike

Merasima bîranînê û rêzgirtinê ji bo þehâdeta Þêx Seîd û hevalên wî

Îro 29.06.2009, piþtî limêja nîvro saet di 13.00-an de li pêþîya Mizgefta Mezin (Ulu Cami), bi wesîla 84 emîn salvegera þehâdeta Þêx Seîd efendî û hevalên wî, merasima bîranînê (Press Konferans) dê were pêkanîn. Ji bo ku zilm û neheqî rabe, ji bo ku azadî were, ji bo îhtîrama þehîdên Kurdîstanê, em we dawetî merasima bîranînê dikin.

Zêdetir bixwîne... | Nêrîn?
Güncel Piþtî Peyama Kurd ji bo Kurdên dîasporayê Rojnamayeka nû digihîje ber destê Kurdistaniyan

Rûdaw Li Ewrûpayê dest bi weþanê dike

Rojnamaya Rûdaw li Ewrûpayê dest bi weþanê dike. Di 6/7/2009 de Rojnameya Rûdaw digîje ber destê xwendevanên Kurd yên dervayê welat jî. Her hefte roja sêþemê bi 24 rûpelan Li Almanya derdikevê (12 Rûpel Bi  Kurmancî û tipên Latinî , 12 rûpel bi Soranî û tipên Erebî). Rojnameyeke Kurdî êdî li welatên cîhanê di refên rojnamefiroþan de li gel rojnameyên cîhanî cîhê xwe digre.  

Rûdaw li ser rûpelên xwe Kurdan digîjîne hevûdû. Rûdaw Kurdên dervayê welat nêzîkê Kurdistan’ê dike.

Rûdaw pencereya agahî û zanînê ye, bibe abone, wê bide nasîn û bihêz bike, ew dengê Kurdan e, dengê Kurdistaniyan e, dengê rastiyê ye, tamxweþiya Kurdiya þîrîn e!


Zêdetir bixwîne... | Nêrîn?
Güncel PDK-Bakur: Em bi egera 84. Salvegerê, þehîdên serhildana 1925-an bi rizdarî bi bîrtînin

Serok û têkoþerên serîhildana 1925-an di dilê Kurdan de dijîn…

Îbrahîm GUÇLU / Amed - Hezar mixabin piþtî êrîþa hêzên dewletê. serokê tevgerê Þêx Seîd Efendiyê Pîranê li ser pir a Wertoyê encama planeke qirêj hat girtin. Serokê Komeleya Tealî ya Kurd Seyîd Evdilkadir û 12 hevalên wî jî li Stenbolê hatin girtin û li Amedê dadgeh bûn û di 27-ê Gulana 1925-an de hatin îdam kirin.  Þêx Seîd Efendî û 47 hevalên xwe, ku piraniya van serokên olî þêx bûn, di Dadgeha Îstîklalê ya Þerqê de hatin mehkeme kirin û bi lezûbez di derheqê wan de ji derveyî hiqûqê biryara daleqandinê hat dayîn. Li hemberî biryarê îtîraz jî nehat pejirandin û Þêx Seîd Efendî û hevalên xwe di 28-ê Hezîrana 1925-an de li Amedê li ber Mizgefta  Mezin (Ulu Camiyê) hatin daleqandin û ew ketin nav rêza þehîdên Kurdistanê. Ew di dilê neteweya kurd de dijîn.

Zêdetir bixwîne... | Nêrîn?
Güncel Encamê lêpirsînekî de Serok Barzanî û Lista Kurdistanî li pêþ in

Encamê anketekî: Mesûd Barzanî bi ferqek mezin li pêþ e

Dezgeha Ra-yê ya bo pirsên neteweyî di rojên 22-23’ê vê mehê de di heqê hilbijartinên parlamento û serokê Kurdistanê de, anketek li her sê parêzgehên Hewlêr,Dihok û Silêmaniyê pêk aniye û derketiye ku dengderên kurdistanî dê dengên xwe bidin Lîsteya Kurdistanî û wek serok jî Barzanî.


Zêdetir bixwîne... | Nêrîn?
Güncel SEROKÊ KURDÝSTANÊ: TÝ ALÎ WEK PDK Û YNK NÊZÎKÎ HEVDU NÎNÝN

Serok Barzanî, Serokkomar Mam Celal, Serokwezîr N. Barzanî: DENGÊ XWE BÝDÝN LÝSTA KURDISTANÎ

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di þadîmana destpêkirina propagandayên hilbijartinan de, ku bi navê propagandaya lîsta Kurdistanî hat naskirin, gotarek pêþkêþ kir û da nîþandan, ku lîsta PDK û YNK ya bi hevdu re di van hiulbijartinan de, ji cîhanê re peyamek e û weha dide zanîn, ku di vê Kurdistanê de PDK û YNK ji her alîyekî bêtir nêzîkî hevdu ne.
Zêdetir bixwîne... | Nêrîn?

Güncel Mesûd Barzanî kurê ÞoreÞê ye!
Peyamner

BERXWEDAN

KESAYETÊN DÎROKÎ

DÝAFÝRÎNE!


Zêdetir bixwîne... | Nêrîn?
Güncel Hêmin Xoþnaw – Rûdaw- Nirxandinekî derbarê nebeþdarbûna KADEP û Hak-Parê di Civîna DTPê de li Amedê

Partiyên Bakur di Kongreya Diyarbekirê de hevnegirtin

Hewlêr – Herdû Partiyên Bakurê Kurdistan’ê KADEP û HAKPAR tevî Kongreya Civaka Demoqratîk nebûn û sedema wê jî bi wê yekê ve girêdidin ku baþ nehatine agahdar kirin. Herwiha dibêjin armanca kongreyê ji rastiyê dûr e.


Zêdetir bixwîne... | Nêrîn?
Güncel DTP elçiyên welatên YE ji bo xwarinê diazimîne

Ahmet Türk, îro êvarê mêvandariya sefîrên welatên yekîtiya ewrûpayê dike

Sefîrên Enqerê yên dewletên yekîtiya ewrûpayê, îro êvarê dibin mêvanê Hevserokê Giþtî yê DTP-ê Ahmet Türk. Li bendê ye ku Türk, di vê hevdîtinê de nêrînên partiya xwe, yên li ser “çareseriya pirsgrêka kurd“ rabigihîne. Herweha, wê Ahmet Türk, ji ber ku serokwezîrê tirk Tayyip Erdoðan heta niha randevû nedayê, wê rexneyên xwe bîne ziman. Rêveberên DTP-ê ku di demên dawî de xebatên xwe li welatên ewrûpayê dimeþînin, wê bi sefîrên welatên yekîtiya ewrûpayê re werin cem hev.

Zêdetir bixwîne... | Nêrîn?
Güncel Li Kurdistana azad pêvejoya propagandaya hilbijartinan destpê kir

Li baþûr ciwanan piþtgirî da Lîsta Kurdistanî

HEWLÊR, baþûrê Kurdistanê (HAWAR NET) --  Li Kurdistana azad hilbijartinên Parlemena Kurdistanê û hilbijartina serokatiya Kurdistana Federal ku dê bi hev re were pêk anîn nêzîk dibe. Wekî tê zanîn hilbijartin roja 25ê Tirmehê ye. Pêr, roja dûþemê jî pêvajoya propogandayê bi fermî destpêkir. Bi destpêka pêvajoya propogandayan ciwanên li zankoya Selehaddînê ji bo piþtrgirîya lîsta Kurdistanî -lîsteya hevbeþ a PDK- û YNK- xwepêþandenek li dar xistin. Ciwanan xwestin ku di dema nû ya parlemenê de zêdetir bi pirsgirêkên ciwanan were mijûl bûn.


Zêdetir bixwîne... | Nêrîn?
Güncel Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Serokkomarê Iraqê kir
Peyamner

SEROKÊ HUKÛMETA HERÊMA KURDISTANÊ LI SILÊMANÎYÊ BI SEROKÊ IRAQÊ RE KOMBÛNEK SAZ DA

Serokê hukûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro gihijt bajêrê Silêmanîyê û bi serokê Iraqê Celal Talebanî re, di bareya bi hêzkirina peywendîyan de û li ser rewþa hilbijartinan, kombûnek saz da.

Zêdetir bixwîne... | Nêrîn?
Güncel Agirî hejmara nû derket!

Duheftenameya AGÝRÎ hejmara 113 gîha xwendevanan

Hejmara 113 ya Agirî derket, çap û belav bû. Ji bo agahdarî û nirxandinên bûyerên li rojhilatê Kurdistanê Agirî bixwînin, binasînin. Xwendevan me dikarin Agirî li ser  navnîþana jêr bixwînin û bidest bixin.


Zêdetir bixwîne... | Nêrîn?
Güncel Serokê Kurdistanê bûyera terorist riswa kir
Peyamner

SEROKÊ KURDISTANÊ KIRDARA TERORANE YA TAZEXORMATO RISWA KIR

PNA – Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, kirdara terorane ya doha ku li Tazexormato ya girêdayî Kerkûkê çê bû, di daxuyannameyekê de riswa kir û ev jî teksta wê daxuyannameyê ye:

Zêdetir bixwîne... | Nêrîn?
Güncel Bi bîr û hizra rojnamevanekî ji baþûrê Kurdistanê (Ako Mihemed) mijara petrolê û têkiliyên li gel Tirkiyeyê
Ako Mihemed - Sernivîsarê Rûdaw-ê

Vê carê petrol bo Kurdên Bakûr û Baþûr e

Profesor Can Paker li Stanbul’ê ji me re got ku ew doh ligel Wezîrê Derve Davutoðlu bû, wezîrê navbirî digot em dixwazin peywendiyan ligel (Îdareya Bakûr’ê Iraq’ê) dirust bikin. Min jî got; madem em ê dirust bikin, çima em zû dirust nakin hê ku Îran’ê ew der kontrol nekirne.


Zêdetir bixwîne... | Nêrîn?
Güncel Heso Hurmî – Nivîsareke balkêþ bi agahdariyên girîng ji cîh û wargehên Kurdên Êzdî yê deverê Kafkasê

Geryanek di nav Kurdên Êzîdî de li Kafkasê

Zarathustra News & Enstituya Kurdî ya Brukselê / Bi merema dirustkirina çend fîlmên  dokumenter û lidarxistina  çendên didarên cuda û cuda li dor rewþa  Êzîdiyan li Ermenistanê û Gurcistanê, daku ji nêzîk ve agahdariyên rast û dirust li dor civatgeha Kurdî li diyaspora û li welatê wan yê duduyan  werbigrên, þandekî ji berêz  Derwêþ Ferho, serokê Enstituya Kurdî li Brukselê  û derhênerê KTV  û nivîskarê vê raportê, pêkhatî berê xwe dane Kafkasê.


Zêdetir bixwîne... | Nêrîn?
Güncel Serokê Hak-Par-ê B. Bozyel derbarê çalakiyên leþkeran de daxuyaniyek ragihand

“Divê hikumet wezîfeyê xwe bi cî bîne”

 “Plana Çalekiya Têkoþîna li hember Paþverûtiyê” ku di 12ê Hezîranê de di rojnameya Tarafê de hat belavkirin jî dide nîþandan ku hewl û tevgera li dijî demokrasiyê hê nerawastiyaye. Di welatekî de ku bi salan e bi derbeyên leþkerî û muxtirayan zext li ser desthilatdariyê hatiye danîn, amadekirina planên bi vî rengî ne tiþteke ecêb e. Ev plana çalekiyê ku tê îdîakirin ji bo Serokatiya Tevgera Serokerkaniyê hatiye amadekirin, dide nîþandan ku ew hêzên derbexwaz yên nav artêþê, bi karanîna midaxeleyeke dij demokrasiyê ya li dijî partiya desthilatdar û Cemeta Gulen dixwazin welat kaþê alozî û tevlîheviyê bikin.


Zêdetir bixwîne... | Nêrîn?
Güncel Belgenameyeke nû derbarê kuþtina Dr. Qasimlo û hevalên wî de

Li ser Ahmedinejad-ê qatîlê Qasimlo, belgenameyek din derkete holê

Rizgarî Online/ Têkiliya Serokkomarê Komara Îslam ya Îranê Ahmedinejad, a di kuþtina Serokê PDK-Î Dr. Evdirrehman Qasimlo û 2 hevalên wî de, ku di tarîxa 13-ê Tîrmeha 1989-de, li paytexta Austria li Wien-ê qewimî bû, bi dokumenteke nû derkete meydanê.


Zêdetir bixwîne... | Nêrîn?
Güncel Li Hewlêrê þadîmana roja ji dayikbûna jineþaha Brîtaniya Elizabet saz da
Peyamner

SEROKÊ KURDISTANÊ LI ÞADÎMANA ROJA JI DAYIKBÛNA JINEÞAHA BRÎTANIYA AMADE BÛ

Nivîsgeha konsulxaneya Brîtaniya ya li bajêrê Hewlêrê, þadîmana roja ji dayikbûna jineþaha Brîtaniya Elizabet saz da. Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Hêro Talebanî, serokê parlamenta herêma Kurdistanê, çend wezîrên hukûmeta herêma Kurdistanê, berpirsê fermangeha peywendîyên derveyên herêma Kurdistanê, diplomatkarên biyanî, nûnerên rêxistinan, mamostayên zankoyê û serokên partî û alîyên siyasî, lê amade bûn.


Zêdetir bixwîne... | Nêrîn?
Güncel Biryareka rûreþ ji Yargitaya Tirk

Mahkemeya Bilind Yargitay-ê qatilên Ugur Kaymazê 12 salî azad kir!

Di gel ku rapora tiba adlî destnîþan dikir, di piþta Ugur Kaymazî de 13 gule derketiye, û di temenek de ye ku nikare çek wergire û herwisa li cîhê hatiye kuþtin þop û diyardeyên pêvçûnek çênebûye; digel van rastiyan mahkemeya bilind, biryara mahkemeya Eskîþehirê, pajirand û qatilên Ugur Kaymazê 12 salî azad kir.


Zêdetir bixwîne... | Nêrîn?
Haber AKP-ê sererkaniya tirk da mahkemê
www.pdk-bakur.com

Êvara bohirî sekreterêgiþtî ê AKP-ê Îdrîs Naîm Þahîn û cîgirê grûba AKP-ê ya Meclîsê Bekîr Bozdag li Aankarayê çûn dozgeriya komarî û giliyê sererkaniya tirk kir.

AKP-ê giliyê sererkaniyê ji sebebê ‘plana çalakiyan ya li hemberî îrtîcayê’ kir.


Zêdetir bixwîne... | Nêrîn?
 
  AGAHDARÎ
Agahdari.....
  Þehid
  Today's Big Story
Nûçeya balkêş ya îro:

PDK-BAKUR : ÎRO ROJA ÞEHADETA „GANDÎ-YÊ FEHMÝYÊ BÎLAL“ SEROKÊ PARTÝY
  Nûçe û Nivisên Berê
17.06.09
· Alî Kîmyewî: Îraqê Halabçe bomberdûman kir
11.06.09
· KADEP BEÞDARÊ KONGRA DTP NABE
· Gelek Þexsîyetên Kurd biberfirehî li Diyarbekirê dicivin
· Bê parêzname salek =10 mîlyar lîra ciza…
09.06.09
· Parêzerê Ergenekon-ê, slogana “Kurdê herî baþ, kurdê mirî ye“ li dadgehê parast
07.06.09
· Balafirên tirk çend gundên qezaya Amêdiyê bombebaran kirin
· Li Cizîrê îskeleta merivekî hate dîtin
· Li Parlementoya Swêdê semînerek:“ Azadiya fikrê û çapemeniyê li Tirkiyê”
03.06.09
· Serokwezîrê herêma Kurdistanê pêþwazî li dirêjkirina agirbesta PKK-ê kir
01.06.09
· ÎRO PETROLA KURDISTANÊ LI BAZARA DINÊDE DIHERIKE
30.05.09
· PDK-Bakur: Di hilbijartina Parlamentoya Ewrûpayê de dengê xwe bidin namzetên Kurd
29.05.09
· Di Presskonferansa Serokê Kurdistanê bi cihgirê serokwezirê Belcika Karel De Guecht re mijarên girîng hatin rojevê
28.05.09
· PDK-Bakur teqîna îro rûreþ dike û bangê PKKê dike ku alîkarê hewldanên dawî bibe!
· Ahmet Turk ji ber teqîna li Çelê rexne li PKKê girt
27.05.09
· Hevserokê DTPê Ahmet Turk jî dibêje çareseriyê bi paþ de nexin!
· Serokkomarê Tirkiyeyê careka din balkiþand ser mijara Kurd û daxwaza lezê kir
· Serokwezîrê Kurdistanê di hevpeyvîna bi rojnameya Al Þerq Al Ewset de bîr û hizrên girîng ragihand
26.05.09
· PDK-BAKUR - PÎROZ BE 33 SALIYA ÞOREÞA GULANÊ!
· Namzedên Listeya Kurdistanî diyar bû
· Mam Celal piþtgiriya xwe bo namzetiyê diyar kir û ya dilê xwe got
· DTPyî neçûn mahkemeyê - Derbarê vê mijarê de agahdariyên din û daxuyaniya PDK-Bakur
· Serokwezîrê Kurdistanê þandeya Amerîkî qebûl kir
23.05.09
· 9. Mihrîcana Çand û Hunerê ya Amedê di 27-30'ê gulanê de pêk tê
· Hejmara 111 ya Agirî derket û roja 21.05.2009’an çap û belav bû
22.05.09
· Provakasyonên tirkçiyan - li qeza Akyazi-yê hêriþa linçkirina Kurdan
· Mesûd Barzanî bi fermî muracatê namzetiya serokatiya Herêma Kurdistanê kir
21.05.09
· Polîtburoya YNK-ê bi serokatiya Mam Celal civiya
20.05.09
· Ji rojnameya Tarafê 20 pêþniyarên mahsûmane
· Ji bo destpêkê hewldanên Abdullah Gul karekî bixêr e!
19.05.09
· PDK-Bakur: Divê destnedana (immunity) DTPyiyan were paraztin!
· Dr. Roj: Dê Mam Celal careka din bibe Serokkomar
· Endamê Meclisa Federasyona Rusyayê Ferhad Ehmedov li Kurdistanê ye
· Hukumeta Kurdistanê peywendiyên xwe bazirganî bi dewletên cîran re xurt dike
· Hukumeta Kurdistanê dixwaze li deh welatan Nûnertiyên xwe diplomatik vebike
18.05.09
· Sekreterê Mekteb Siyasiya PDKê Fazil Mîranî mizgîniya biryareke dîrokî ragihand
17.05.09
· Divê duriþmên nijadperest ji çiya û beriyên Kurdistanê werin rakirin!
· Hejmara nû ya kovara Gulistanê derket
· Ameda serbilind li ruhê xwe 1975-an vegeriya!
16.05.09
· SEROKÊ KURDISTANÊ: HÊVÎYA MIN EW E, KURD BIBIN XWEDIYÊ DEWLETEKE SERBIXWE
15.05.09
· Bi zimanê wêneyan pîrozbahiya cejna zimanê kurdî - Jiyan û siyaset bê ziman nabe
· Çalakiyên pîrozbahiya cejna zimanê kurdî
· PDK-Bakur: HAWAR-a MÎR CELADET ELÎ BEDIRXAN DIBISTANA HÎMDAR YA KURDIYA LATÎNÎ YE, EM LI SER RÊCA TE NE
14.05.09
· PDK-Bakur: YÖKê biryareke girîng da – Gaveke erênî ber bi aramî û aþitiyê ve...
· Þandeyeke Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Swêdê û Rêxistina Fryshuset ya swêdî li Kurdistanê ne
· Li Stockholmê cejna ziman - li TRT6 bernameya "Bûka Baranê" de nivîskarekî Kurd
13.05.09
· Elî Heme Salih ji Hewlêrê derbarê hilbijartina Serokatiya Kurdistanê de dinivîse
· Wezîrê Samanên Xwezayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aþtî Hewramî mijara petrolê ragihand
· Rewþenbîrên kurd jî dibêjin: bila grubek ji ’kesên aqilmend’ were avakirin
12.05.09
· Rêxistinên PDK-Bakur li welat û derveyê welat dicivin û mudaxeleyê rûdanan dikin
· Analizeke balkêþ ji nivîskarê Netkurdê M. Sefîq Oncu

Nivîsên kevn
www.pdk-bakur.com

PHP-Nuke Copyright © 2004. This is free software, and you may redistribute it under the GPL.

Ravakirina Malperê: 0.33 Saniye