Serrûpel | Nûçe | HETA QETLÎAMA ROBOSKÊ NEYÊ ZELAL KIRIN, EDALET LI TIRKIYEYÊ GOTINEKA XAPANDINÊ YE !

HETA QETLÎAMA ROBOSKÊ NEYÊ ZELAL KIRIN, EDALET LI TIRKIYEYÊ GOTINEKA XAPANDINÊ YE !

Mezinahiya nivîsê: Decrease font Enlarge font
HETA QETLÎAMA ROBOSKÊ NEYÊ ZELAL KIRIN, EDALET LI TIRKIYEYÊ GOTINEKA XAPANDINÊ YE !

Di ser qetlîama Roboskê de sê sal derbas bû. Lê ev qetlîam hêj nehatiye zelal kirin û gunehbarên vî komkujiyê nehatine darezandin. Ev qetlîam ji aliyê dam û dezgehên dewletê ve bi alenî tê veşartin. Dewlet naxwaze sucê wê aşkere bibe. Vêca heta, bi kêmasî gunehbarên vê bûyerê neyê aşkere kirin, çawa xelkê Kurd dikare baweriya xwe bi soza edaletê, aşitî û aramiyê bihîne? Hingê ev gotin tenê xapandin in. Li paş perdeyan behsa komployan û hewldanên têkdanî tê kirin. Baş e, ev çi hêz in ku van provokasyonan dikin û dewleta Tirk wan diparêze? Eger dewleta Tirk dixwaze bi rastî jî bi miletê Kurd re paşerojeka hevbeş û adil hebe, hewce ye ev zilma bi serê xelkê Kurd aniye, ji ber vê bi aşkere lêborînê bixwaze û qerebuyekî manewî û madî bicîh bîne. Dewleta Tirkiyê hê jî li xwe mikûr nehatiye. Ev siyaseta veşartin û parastina gunehbariyê ye û bi zanatî tê kirin.
Em her wisa di sê saliya komkujiya Roboskê de jî, serê her tiştî doz û daxwaza zelal kirina vê cerîmeyê dikin. Em piştevaniya doz û daxwazên mexdûrê komkujiyê, malbatên şehîdên Roboskê dikin.
Bi vê egerê em şehîdên Roboskê bi rêzdarî bi bîrtînin û dibêjin êş û elema malbatên şehîdên Roboskê yê me û hemî gelê Kurdistanê yê serbilind e.
28.12.2014

  • email Ji hevalê xwe re rêbike
  • print Rûpelê binivîse
  • Plain text Teksta normal
Etiketan
Ji bo vê nivîsê etiket tune
Deng bide vê nivîsê
2.00