Serrûpel | Nûçe | Wesiyetnameya Pêşewa Qazî Mihemed ji bo gelê Kurd

Wesiyetnameya Pêşewa Qazî Mihemed ji bo gelê Kurd

Mezinahiya nivîsê: Decrease font Enlarge font
Wesiyetnameya Pêşewa Qazî Mihemed ji bo gelê Kurd

Bi navê Xwedêyê mezin û dilovan.

Ey gelê kurd û birayên min ên hêja!

Birayên min î qehrxwarî û gelê min î zorlêkirî!

Va ye ez di gavên herî dawîn ên jiyana xwe de me, ji bo xatirê Xwedê êdî dijminayiya hev nekin û pişta xwe bidin hev. Li hember dijminê zordest û zalim derkevin, xwe belaş nefiroşin dijminan.

Dijmin her û her dixwaze ku tenê karê xwe bi we pêk bîne û qed bi we re merhemetê naket; di her firsendekê de qed li we nabihure.

Dijminê gelê Kurd pir in, zordest û bê şêfqet in.

Sembola serkeftina her gel û netewekê hevgirtin û yekbûn e, piştgiriya gel a gişî ye.

Her gelê ku yekîtî û tebayiya wî nebe; ewê hertim di bin destê dijmin de be. Tu tiştê we, gelê Kurd, ji gelên li ser rûyê vê erdê ne kêmtir e. Belkî hûn, bi mêranî, egîdî û hêjatiya xwe, ji gelên ku rizgar bûne li pêştir in jî. Gelên ku ji destê dijminên xwe yên zordest rizgar bûne; mîna we ne. Lêbelê yekîtiya yên ku xwe rizgar kirine hebûye, bila hûn jî mîna hemû gelên li ser rûyê erdê îdî bindest nebin. Bi yekîtî, nekirina hesûdiya hev û xwenefirotina dijminan hûn dikarin rizgar bibin.

Birayên min! Îdî bi dijminan neyên xapandin, dijminên Kurdan ji kîjan reng, destek û neteweyê dibin bila bibin, her dijmin in. Bê merhemet in, bê wijdan in û rehmê bi we nakin. Dê we bi hev bidin kuştin, dê we li hemberî hev hev çavsor bikin û bi derew û xapandinê we bînin beramberî hev.

Ji tevî dijminên Kurdan, dijminê herî zalimtir, mel’ûn, Xwedênena û bêmerhemet Ecem in. Destê xwe ji tu sûcên li dijî gelê Kurd venakşîne. Di dirêjiya dîrokê de bi gelê Kurd re xerez û kîna vî gelî ya kevnar hebûye û heye jî.

Temaşa bikin, binêrin gelek zilamên we yên mezin, ji Smaîl Axayê Şikak bigire hetanî Cewher Axayê birê wî û Hemze Axayê Mengur û çend û çendîn zilamên din xapandin, aram kirin, xelq ji pişt wan vekirin û gelekî bi nemerdî ew kuştin. Ew tev bi sond û Qur’anê xapandin ku Xwedêgiravî daxwaza Eceman ya xêrê bi wan re heye û dê qenciyê bi wan bikin. Feqet ev kes xweş bawer kirine û bi sond û sozên Eceman hatine xapandin. Lêbelê hetanî niha di dirêjiya dîrokê de kesî nedîtiye tenê carekê jî Ecem li sond û sozên xwe xwedî derketibin û ehdên dane Kurdan pêk anîbin. Tevde derew û xapandin bûye. Ca vaye ez wekî birayekî we yê biçûk, di rêya Xwedê de, ji bo xatirê Xwedê ji we re dibêjim hev bigirin û tu carî pişta hev bernedin. Piştrast bin ger ecem hingiv bide we, diyar e jar xistiyê. Bi sond û sozên derewên Eceman nexapin. Ger hezar carî jî dest li Qur’ana Pîroz bixin û soz bidin we, daxwaza wan tenê xapandina we ye, ji bo hîlekê li we bikin.

Va ye ez di demên dawî yên jiyana xwe de me. Ji we re dibêjim û ji bo xatirê Xwedayê mazin ez şîretê li we dikim ku ya ji destê min hat bi serî can û tekoşîn, bi şîret û nîşandana rêya rast; min ji we re xemsarî nekiriye. Niha jî di vê dem û rewşê de dîsa ji we re dibêjim ku îdî bi Eceman nexapin û ji sond, destlêxistina Quranê û ehd û peymanên wan bawer nekin. Ji ber ku ne Xwedê dinasin û ne jî ji Xwedê, Pêxember, roja qiyametê û hîsab û kîtaban bawer dikin. Li cem wan bi tenê ji ber ku hûn Kurd in, bila hûn Misilman jî bin, hun sûcdar û mehkûm in. Hûn ji wan re dujmin in, ser û mal û canê we ji wan re helal e û weke xezayê qebûl dikin.

Soza min ne ew bû ez herim û we di destê van dijminên dilreş de bihêlim. Min pir caran jî paşeroj û şexsiyetên me yên mezin tefekkur dikir. Ên ku Eceman bi xapandin, sond, derew û hîle ew girtine û kuştine.

Ew tev li bîra min bûn û tu carî jî min ji Eceman bawer nekiriye. Lêbelê beriya ku vegerin vir, çendîn caran gotin û rasparin bi name û bi şandina kesên navdar ên Kurd û Faris, bi dayîna soz û ehdên yekcar pir û mezin ku daxwaza xêrê ya dewleta Ecem û Şah bi xwe jî heye û ne amade ne ku bi tenê dilopeke xwînê jî li Kurdistanê birijê. Niha hûn bi çavê serê xwe encama sozên wan dibînin. Ger mezinên hoz û eşîrên me îxanet nekira û xwe nefirotina hukûmeta cem, weha nedihate serê me û we û Komara me jî.

Şîret û wesiyeta min ew e bila zaroyên we bixwînin. Ji ber ku tu tiştê me ji yê gelên din ne kêmtir e, bi tenê xwendin nebe. Bixwînin, ji bo ku hûn ji karwanê gelan paşve nemînin û her xwendin çeka kujek a dijminan e.

Piştrast bin û bizanin ger tebayî, yekbûn û xwandina we baş be, hûnê pir baş bi ser dijminê xwe jî bikevin. Çênabe bi kuştina min û bi kuştina bira û pismamên min çavê we bitirse. Hetanî hûn bigihîjin hêvî û meramên xwe; divê hê jî pir kesên din yên mîna me xwe di vê rêyê de gorî bikin.

Piştrast im, piştî me pir kesên din jî her dê bi xapandin û durûtiyê ji holê werin rakirin.

Piştrast im ku pir kesên din dê piştî me jî bikevin xapandina Eceman de; dê ji me zanatir û hêjatir jî bin, lêbelê hêvîdar im kuştina me ji dilsozên gelê Kurd re bibe pend û îbret.

Wesiyeteke min a din jî ji we re ew e ku her çiyê we ji bo serfiraziya gel kir bixwazin ku arîkarê we gel be. Piştrast im ku dê Xwedayê mezin we serfiraz dike û dê arîkariya we bike. Heye ku hûn bêjin; lê çima ez bi ser neketim?!

Di bersivê de dibêjim: Bi Xwedê kim, ez ser ketime! Çi nîmet û serketin ji wê yekê mezintir e ku va ye ez niha di rêya gel û welatê xwe de, serê xwe, malê xwe û canê xwe didim. Bawer bin min pir ji dil dixwest ger ez mirim bi mergekî bimirim ku di hizûra Xwedê û resûlê Xwedê û gel û welatê xwe de rûsor bim, ji min re ev serketin e.

Xweşdiviyên min! Kurdistan mala her Kurdekî ye. Her wekî ku di malê de, endamên malê her kî çi karî dizane wî dispêrin wî. Îdî mafê tu kesî tune ku hesûdiyê jê bike. Kurdistan jî her ew mal e. Ger we zanî ku kesek li vê malê dikare karekî bike, dev jê berdin bila bike.

Êdî çênabe hûn keviran deynin ser rêya wî û çênabe ku dilê we ji ber ku berpirsyariyên mezin di destê yekî ji we de hene biêşe. Ger karên mezin ketin ser milê yekî û ew kar bi rê ve bir, welê diyar e jê dizane û berpirsiyariyên wî yên mezin jî li hember wî erkî hene. Piştrast be birayê te yê Kurd her ji dujminê dil bi kîn baştir e û ger berpirsiyariyên mezin li ser milê min nebûna, niha ez di bin sêdarê de ranediwestiyam. Lewra çênabe hûn bi hev re temahkar bin. Ên ku fermanên me pêk neanîn, ne tenê ferman pêkneanîn, tam dijmintiya me kirin. Ji ber ku me xwe wek xizmetkarê gelê xwe qebûl dikir, niha ew di nava mal û zarokên xwe de, di nava xewa şîrîn de ne. Lêbelê vaye li ser navê xizmeta gel di bin sêdarê de me û vaye ez demên dawî yên jiyana xwe bi vê wesiyetnamê derbaz dikim. Ca ger berpirsyariyên mezin di stûyê min de nebûna, ez jî dê niha di nava zarok û zêçên xwe de di xewa şîrîn de bûma. Ez niha ji bo piştî çûyîna xwe jî şîretê li we dikim, ew jî yek ji berpirsyariyên di stûyê min de ye. Piştrast im ger yekî din ji we berpirsiyariyên min bigirtana stûyê xwe, niha ewê li şûna min di bin sêdarê de bûya. Ji bo razîbûna Xwedê û li gor berpirsyariya di stûyê xwe de mîna Kurdekî xizmetkarê gel û di rêya çakiyê de, min ev şîret li we kirin. Hêvîdar im ji niha pê ve hûn pendan jê wergirin û durist guhdariya şîretên min bikin.

Bi hêviya Xwedayê mezin we bi ser dijminên we bixe.

1.Baweriya we bi Xwedê, bi tiştên ji cem Xwedê tên û hezkirina Xwedê û Pêxember (silavên Xwedê lê bin) hebe, di pêkanîna wezîfeyên dînî de xurt bin.

2.Yekîtî û tebayiya di nava xwe de biparêzin. Karên neqenc li hember hev nekin û temah nebin. Bi taybetî jî di berpirsiyariyê û xizmetê de.

3.Bi xwendin, zanist û pîleya zanyariyê xwe bi pêş ve bibin. Ji bo dijmin we kêmtir bixapîne.

4.Ji dijminan bawer nekin. Bi taybetî jî dijminên ecem. Ji ber bi çend awa û rêyan Ecem dijminên we ne, dujminê gel û welat û dînê we ne. Dîrokê tesbît kiriye ku her daîm ji Kurdan aciz in. Bi kêmtirîn sûcî we dikujin û ji tu sûcên der heqê Kurdan de destê xwe nagirin.

5.Ji bo hin rojên jiyana bêqîmet a vê dinê, xwe nefiroşin dijminan. Ji ber dijmin dijmin e û ne cihê pêbawerbûnê ye.

6.Îxanetê li hev nekin. Ne îxaneta siyasî, ne giyanî, nr malî û ne jî ya namûsî. Ji ber îxanetkar li cem Xwedê û mirovan jî sivik û sûçbar e. Îxanet li îxanetkar vedigere.

7.Ger yekî ji we bikaribe karên xwe bê îxanet pêk bîne, jê re arîkariyê bikin. Ne ji ber temahî û bexîliyê li dijî wî derkevin, yan jî Xwedê neke li ser wî bibin sîxurên biyaniyan.

8.Cihên ku min di wesiyetnameyê de ji mizgeft û nexweşxane û dibistanan re nivîsandiye, hûn tev daxwaz bikin ku pêk werin û mefa jê bigirin.

9.Hûn ji xebat û hewl û tekoşînê ranewestin. Ji bo mîna hemû gelên din ji bin destê dijminan rizgar bibin. Malê dinê ne tiştek e. Ger welatê we hebe û serbestiya we hebe, wî çaxî her tiştê we heye. Hem mal, hem serwet, hem dewlet, hem rûmet û hem dê niştimanê we jî hebe.

10.Ez ne bawer im heqê Xwedê nebe û heqên din li ser min hebin. Lêbelê ger kesekî welê dît ku kêm yan jî pir tiştekî wî li cem min e, min malekî pir hiştiye, bila here ji warisên min bixwaze û wergire.

Hetanî hûn hev negirin, hûnê bi ser nekevin. Zilm û zorê li hev mekin. Ji ber ku Xwedê zalim pir zû ji holê radike û wî nebûdî dike. Ew soza Xwedê ya bê kêmasî û zêde ye. Zalim, têk diçe û nebûdî dibe. Xwedê tola zilmê jî hiltîne.

Hêvîdar im ku hûn van gotinan têxin guhê xwe û Xwedê li hemberî dijminan we bi ser bixe. Weke Se’dî kerem kiriye:

Muradê ma nesîhet bûd û guftîm

Hewalet ba Xuda kerdîm û reftîm

Ango: Mirazê me şîret bû û me kir, me hûn spartin Xwedê û em çûn.

Xizmetkarê gel û welat

Qazi Mihemmed

  • email Ji hevalê xwe re rêbike
  • print Rûpelê binivîse
  • Plain text Teksta normal
Etiketan
Ji bo vê nivîsê etiket tune
Deng bide vê nivîsê
2.20