Serrûpel | Nûçe | DAXUYANIYA PDK-BAKUR

DAXUYANIYA PDK-BAKUR

Mezinahiya nivîsê: Decrease font Enlarge font
DAXUYANIYA PDK-BAKUR

ÎRO 69. SALVEGERA ÎLAN KIRINA KOMARA KURDISTANÊ YE LI BAJARÊ MAHABADÊ

Bi vê egerê em pîrozbahî li pêşewa Qazî Muhammed û hemû rêvebir û hizmetkarên KOMARA KURDISTANÊ dikin. Heman demî serî de şehîd Qazî Muhammed û hemî şehîdên demê pêvejoya Komara Kurdistanê bi rêz û hurmet bi bîr tînin û li pêş ruhê wan ê pakrewan bi navê hemî endam û alîgir û dostên PDK-Bakur bejna xwe ditewînin, her wisa bejna me li ber şehîdên me yên îro jî, ji Kobanî bigre heta Xaneqînê tewandiye û em minettarê wan in. Îro jî pêşmergeyên Kurdistanê û şervanên HPGê, YPGê, YPJê di ber xaka Kurdistanê de berevaniyê û canfîdayîdiyê dikin. Bê cengewariya hêzên Kurdistanî dê erz û eyal û namûsa miletê Kurd li ber lingê seg û teroristên wekî daişikan de maya lewitî.
Em naxwazin zêde bahsa dîroka Komara Kurdistanê bikin. Qenctir e em ji wê ezmûnê (tecrûbeyê) dersê werbigrin.
Dersa ku em jê bigrin bi têr û tije û herî bi bandor di WESIYETA PÊŞEWA QAZÎ MUHAMMED de ye.
Em îro wesiyeta wî bi tekst û bi deng bi we re parve dikin, bo vê egerê. Ji kerema xwe bixwînin, gohdarî bikin, hûn ê bibînin û fehm bikin ku şehîdê gorbuhişt Qazî Muhammed, wekî şert û mercê îroyîn jî dîtibe, nesîheta li me dike û daxwaza ji me dike. Daxwaza wî ya sereke dibêje baweriya xwe bi dijminên xwe neynin û yekrêziya Kurdan biparêzin. Û wekî tê zanîn wî ew alaya Kurdistanê ku berî 69 salan rojekî wekî îro li Meydana Çarçire-yê daliqand û hêla li ezmanê welatê me Kurdistanê daweşe, demê ew alaya êdî nekarî li Mahamadê û cihên din daliqandî bihêle, emanetê Sererkanê Komara Kurdistanê Mele Mustafa Barzanî kir, û got:
'Ew alaya min radestî Mele Mustafa kiriye, dê rojekî li Kurdistanê careka din dabiweşe'!
BELÊ XEWNA WÎ, DAXWAZA WÎ, WESIYETA WÎ EV BÛ!
Her Kurd Û Kurdistaniyekî/a dilsoz ku hizmetkarê doza milet û welatê xwe be, pêwist e li ser rêça vê wesiyetê be û daxwaza şehîdên me cîbecîh bike.
Ev alaya, nîşana azadiyê, mirovayetiyê, demokrasiyê û dewletbûnê ye.
Ev alaya, sembûla doz û daxwazên miletê Kurd û Kurdistanê ye.
Ev alaya danakeve, û dê li nav rêza alayên miletên cîhanê cîhê xwe bigre!
Wê demê KOMARA KURDISTANÊ careka din jîn dibe, ruhê pêşewa û hemû şehîdên Kurdistanê şad dibe.

Bijî KOMARA KURDISTANÊ 1946 !
Bijî DEWLETA FEDERE YA BAŞURÊ KURDISTANÊ !
Em hêvîdar in destkevtiyên miletê me li rojavayê welatê me jî -îro navên wan "kanton" be û di bin konrola aliyekî kurdî de be jî- hewce ye werin parastin û da ku rojekî were em bikarin yekrêziya nav mala xwe pêkbînin, li dîroka xwe xwedî derkevin û bêjin:
BIJÎ HERÊMA RÊVEBIRIYA FEDERE YA LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ !

PDK-BAKUR Buroya Ragihandinê
Kurdistan - 21.01.2015

  • email Ji hevalê xwe re rêbike
  • print Rûpelê binivîse
  • Plain text Teksta normal
Etiketan
Ji bo vê nivîsê etiket tune
Deng bide vê nivîsê
2.75