Serrûpel | Nûçe | XEBEREK NE XWEŞ,AŞITÎ BIRÎNDAR BU

XEBEREK NE XWEŞ,AŞITÎ BIRÎNDAR BU

Mezinahiya nivîsê: Decrease font Enlarge font
XEBEREK NE XWEŞ,AŞITÎ BIRÎNDAR BU

Li bakurê welatême kengî dengê aşîtîyê bilind be piştre xeberek ne xweş an pravakasyonek ru dide. Carna mîrov gelek bi lez û bez tevdigere, bê ku agahdarîyek rast bigire bi teorîyên komplo buyera şîrove dike. Ev hinek ji çandîya sîyaseta bakurê Kurdistanê tê, mîrov dikare hinek fêm bike. Jiber ku çand sîyasî ya bakurê welatême mixabin gelek bi buyerên kirêj hatîye demikandin.


Li bakurê welatême kengî dengê aşîtîyê bilind be piştre xeberek ne xweş an pravakasyonek ru dide. Carna mîrov gelek bi lez û bez tevdigere, bê ku agahdarîyek rast bigire bi teorîyên komplo buyera şîrove dike. Ev hinek ji çandîya sîyaseta bakurê Kurdistanê tê, mîrov dikare hinek fêm bike. Jiber ku çand sîyasî ya bakurê welatême mixabin gelek bi buyerên kirêj hatîye demikandin.
Lê çi dibe bila bibe kuştina sê kesa kujerek kirêje, kesên ku li hemberê aşîtî aramî disekinin xwedîyê wê buyerê ye. Çi alîyê devleta kûr çi alîyê Kurd a, gur ji rewşa mijê hezdike. Çav çavê nabîne, karê xwe yê how dixe jîyanê. Sakîne û dû hevalê wî, bu qurbana pêwajoya aşîtîyê. Gurê dev bi xwîn liser karin, heya ji destê wan were dê rê nedin li welatême de aşîtî çêbibe.
Sakîne di zîndana Amedê de navek bê hempa bu, serê xwe li hember zilmê zordarîyê netewand. Lê carna li hember ''hevalê xwe'' bê deng ma, têkçuna kurmê darê gelek bi zehmete mîrov nikare bi dawî bîne û dibe sedama têkçuna darê!! Serîda heraka Kurd û devleta Tirk divê wê buyerê eşkere bike, jiber ku Sakîne bû qurbana pêwajoya aşîtîyê. 
Paytaxtê Fransî Parîs bu şirîkê suîskata sê Qadirin Kurd, divê devleta Fransî paş wê buyera kirêj zelal bike. Ew berpirsyarî wanê esasîye, di warê parastinê de devleta Fransî gelek xwedî tecrubeye heger wê buyerê zelal neke ew bi xwe dê bibin şirîkê ve qetlîamê. Belê paytaxtê ewrupî gelek caran xwedîtî li qetlîamê qadirê Kurdistanê kirin, li Wîyana Şehît Dr.Qasemlo û hevalî wî, li Berlîn Şehîd Dr.Şerefkendî û hevalên wî. Îro jî li Parîsê Sakîne û dû hevalên wî hate qetilkirin. 
Belê gelek teorîyên komplo dê lidar keve, hinek dê bêjin devlata kûr hinek dê bêjin înfazek hundîrîye, hinek dê bêjin komployek nawnetewîye. Her çi dibe bila bibe, ew buyer kujerê aşitîyê ye, daxwaza berdewama qetlîama li Kurdistanê ye. Ji îro pêva divê her welatparêzek ji alîyê xwe de daxwazê Aşitîyê hîn zêdetir bilind bike. Azadî, Aramî,Aşitî bersîva buyerên kirêjin.
Bila serê malbata wan, hevalên wan û dostên wan saxbe, bilindkirina şer gelek hêsane lê Aşitî gelek zehmete.. Rîya aşitîyê gelek dijware, nirxandinek kurr, zanyarîyek fireh û sebrek gelek mezin pêwîste bo hatina aşitîyê. Dê hîn gelek bedel bê dayin jibo Aşitîyê, divê em bê hêvî nebin bi înad lê pê aşitîyê bin. Lê xwedîyê buyerên kirêj divê mîsoger bê darizandin. 
Baran Hemze 10.01.13

  • email Ji hevalê xwe re rêbike
  • print Rûpelê binivîse
  • Plain text Teksta normal
Etiketan
Ji bo vê nivîsê etiket tune
Deng bide vê nivîsê
2.17