Serrûpel | Giştî | HÊRÎŞA SER AZADİYA ROJNAMEVANİYÊ KAREKÎ RÛREŞ E !

HÊRÎŞA SER AZADİYA ROJNAMEVANİYÊ KAREKÎ RÛREŞ E !

ji aliyê
Mezinahiya nivîsê: Decrease font Enlarge font

Li gor agahdariyên medyayê û ragihandina Tora Medya Rudawê, îro tîma Rudaw TVê li komcivîna HDKê rûberûyê hêrîşekî hovane bûye. Du xebatkarên RudawTvê brîndar bûne û kamareya wan hatiye şikestin. Hem hatine vehewandin û hem jî rûberûyê vê hêrîşa hovane bûne.

Em vê hêrîşê bi tûndî şermezar dikin û berpirsiyarên vî karê qirêj rûreş dikin. Bangî hemî hêzan dikin vê hêrîşê protesto bikin.
Her wisa em li bendê ne ku rêvebirên HDKê..., raya giştî derheqê vê provokasyonê de agahdar bikin, rastiyê bi xwe bêjn û helwestê xwe jê diyar bikin, li dij derkevin.
Binpêkirina azadiya rojnamevaniyê nayê pejirandin!
Mafê agahdarî wergirtinê ya kes û civakan, mafekî bingehîn gerdûnî ye. Belavkirina bîr û hizrê, her wisa ragihandina agahdariyên derbarê bûyeran de du maf û erkên sereke ne li civakekî sivîl û sistemên demokrat.
Hebûn û nebûna azadiya fikrî û mafê ragihandinê karaktera civak û pergalê diyar dike.
Eger ev maf û azadî heye û tê bi kar anîn, ew civak sivîl û pêşkevtî ye û pergal demokrat e; di rewşeke berevajî de civak paşketî û ne hemçax e, sistema siyasî û îdarî ji demokrasiyê dûr e. Ev prensîb ji bo kesên rêvebir, siyasetvanan û rêxistinan jî pîvaneke girîng e. Kes û rêxistinên ku vê prensîbê binpêbikin, ne demokrat in, otorîter û faşist in. Ew kes û hêz dibin sedem ku civak li paş bimîne û demokrasî pêş nekeve.
Kî welat û civakekî demokrat û hemçax dixwaze, hewce ye xwedî li maf û zadiyên gerdûnî derkeve.
Demokrat bûn bi gotinan nabe, bi kirinê diyar dibe!

Sertaç Bucak
Serokê PDK/KDP Bakur
15.11.2014

  • email Ji hevalê xwe re rêbike
  • print Rûpelê binivîse
  • Plain text Teksta normal
Etiketan
Ji bo vê nivîsê etiket tune
Deng bide vê nivîsê
2.60