Serrûpel | Giştî | AŞITÎ DÊ WERE

AŞITÎ DÊ WERE

ji aliyê
Mezinahiya nivîsê: Decrease font Enlarge font

Bawer dikim ser hevoka nivîsê daxwazîya netawa Kurde, bi salanê li welatême dengê çeka nesekinî. Bi deh hezaran cuvanên Kurd û Tirk jîyana xwe windakir, dema mîrov li pêwajoya şer tameşe bike dilê mîrov debar nake. Dor pênc hezar gund bi erdê re yek bu, bi mîlyona Kurd din ava welatê xwe de penaber bu. Zarok bê bav,bê dayik li kolanan avare gerîya.

Bawer dikim ser hevoka nivîsê daxwazîya netawa Kurde, bi salanê li welatême dengê çeka nesekinî. Bi deh hezaran cuvanên Kurd û Tirk jîyana xwe windakir, dema mîrov li pêwajoya şer tameşe bike dilê mîrov debar nake. Dor pênc hezar gund bi erdê re yek bu, bi mîlyona Kurd din ava welatê xwe de penaber bu. Zarok bê bav,bê dayik li kolanan avare gerîya.
Bê karî,bê ehlaqî seranserê welat ...girt, bi deh hezaran xortên Kurd bê perwerde bê vate li ortê ma. ‘Em hinek’ dikarin gelek bi kurtî bersîva wê tiştê bidin. Di şerê tekoşîna welatê bindest de wan tişta her dikevime! Divê bedela tekoşînê jî hebe!’’ çikas rehete bersîn dayîn. Gelo kî dikare dilê dayik û bavan honik bike, kî dikare hêsirê dayika bi dawî bîne! Ma mîrov dikare bi wan bersîva netava Kurd aş bike.
Di bawerîya mide ev tişt ne mimkine, raste tekoşîn bê bedel nabe lê divê rîya çareserî jî herdem di hişê me de hebe. Berpirsyarên alîya divê hinek din rola xwe yê eslî bide ser milê xwe û pêşnîyarê rast û makul bide ber mîletê. Rastî tenya ya me nîne an ya kesek tenê nîne, divê hemî cure pêşnîyar bê gengeşîkirin. Daxwazên netawa Kurd bi şêweyek demokratîk di hemî qada de bên rojevê, aktorên sîyasî ji berpirsyarî nerevin û karê xwe nespêrin kesan..
Sala nû bi daxwazên aşitî derket pêş, aktorên sîyasî ya Kurd û ya Tirk bi daxuyanîyê curbe cur û ji hevudu cida derket ber herdu netawa, çi alîyê devletê çi alîyê Kurd bi yek dengî û ahengê kise nake. Lê cardin jî hevildanê aşitî û aramî li welatême cîhê şanazîyê ye. Ev 29 neh sale li welatê me bê westan şer berdewam dike, şer ji gelek alîyê de tesîrê xirap liser civatê dihêle û hîn jî wan tesîrê xirap dê bidome.
Berî wî jî em bînin bîra xwe, dor 28 serhildanên curbe cur li bakurê welatême ru dane. Divê baş bê fêmkirin bê çareserîyek adil pirsgirêka Kurd tucar çareser nabe, mîrov çi navê lê dike bike divê statuye netawa Kurd bê destnîşankirin. Navê wî Serxebun,Federe,Otonomî an tiştek din lê divê pirsgirêk Kurdistan navek rast lê bê kirin. Îrada netewek tu hêz nikare binpê bike.
Rayadarên devletê bi taybet AK Partî berpirsyarîyek dîrokî liser milê wî heye, derfetên zêrîn li pêşîya wî disekine. Ew derfet çaraserkirina pirsgirêkê netawa Kurde, di dîroka komara devleta Tirkiyê de tu desthilatdarî ewkas bihêz nebuye û hinek gavên erenî jî navêtîye. Îro jî dikare wan gavê xwe yê erenî bi çareserkirina pirsa Kurdî bi xemlîne û navê xwe jî li hemî cîhanê bi zêr bineqişîne.
Ew dê çawa bibe; bi rayamin ev tişt gelek hêsane lê divê cesaret û hinek jî bi akilmendî tevbigerin. Di serî de divê hebuna netawa Kurd di destura bingehîde bicîh bibe, hemî mafê wî bê parastin. Ji hêlîna zaroka bigire heya zanko divê perwerde zîmanê Kurdî fermî bibe û heya netawa Kurd bikaribe bê tirs û bi îrada xwe mafê xwe bikar bîne.
Heqê tu dezgê ( taybet ya devletê) û rêxistina tuneye ku daxwazên xwe liser miletê ferz bike! Çi rêxistin çi devlet, tenya dikarin rîya çareserî bidine pêş miletê. Piştî wî teqdîra daxwaz û pêşnîyare divê millet bi xwe bide. Her wekî di serî de jî min bi ziman kir, sala nû bi nuçeyên xweş dest pêkir. Divê çi alîyê kurd çi jî alîyê devletê (AK partî) divê wê pêwajoyê têk nebe, bi sebir û aqilmendî pêşîya avê vekin.
Her cure ceribandinê xirap li welatê me çêbu, lê cardin jî devlet nikaribu wê pirsgirêkê anagorê xwe çareser bike. Ew dem divê mîrov carek din li dîrokê mêze bike, 28 serhildan ru da. Hemî jî bi metodên zorê têkbirin, lê cardin ji nuwa destpêkir. Her hewildanê nû bi kuvvet derket holê, bersîva devletê jî beranberî wî ji her demî tundtir bu. Lê daxwazên azadî yê tu hêz nikare bide sekinandin û nesekinî jî.
Ew dem divê em hemî rîya aşitî û dîyalogê bigerin, derfetên li pêşîya me derefetê zêrîne heger em wan derfeta ji dest berdin dê tu wext dîrok me/we efu neke. Devlet (AK Partî) an wê agirê bitefîne û bibe destpêka dîroka aşîtîyê biratîyek rast bi afirîne an jî di nerînên kevneperest bişopînin. Yek devlet yek netew yek al yek dîn, asîmîlasyon û înkara gela berdewam bibe. Lê ew dem em hemî winda dikin. Ew agir di serî de berpirsên devletê dawî hemî netawa bîşewîtîne.
Dawîya wê şerê dê çi bibe! Belê dê Aşitî bibe, tu şer bê dawî nîne. Sedemên şer divê ji ortê rabe, wek berê jî min destnîşankir serî de devlet û hemî hêzê Kurdistanî destê xwe bixe binê kevir û daxwaza sala, daxwazên daykê aşitîyê bi cîh bîne. Gelek alîyê dest tarî jibo têkçuna wê pewajoyê xebatê bike, divê aktorên wê karê ji destên tarî zêdetir kar bike û derfetê xirapkirinê nede pravakator, dezgê û kesên tarî An ne biratî dimîne nejî mîrovatî hemî kes di binê wê barê de bimîne..
Bi hêvîyên rojê azad û aşîtîyê li welatême
Baran Hemze 09.01.2013

  • email Ji hevalê xwe re rêbike
  • print Rûpelê binivîse
  • Plain text Teksta normal
Etiketan
Ji bo vê nivîsê etiket tune
Deng bide vê nivîsê
1.75