Serok Barzanî - Axaftina Li Washingtonê

EGER HETA MAWEYEKÎ ALOZÎ ÇARESER NEBİN, EM Ê ÇAREYÊ Jİ GELÊ XWE BİPİRSİN! Serok Barzanî vê hefteyê li paytaxta Dewletên Yekgirtî yên Amerikayê li bajarê Washingtonê serdanên girîng pêktîne. Destpêkê bi Wezirê Karê Derve xanim H. Clintonê û cihgirê Serok J. Biden re hevdîtin çebû. Roja çarșemê jî Serokê Amerika B. Obama li Koșka Spî pêșwaziya Serokê Herêma Kurdistanê kir.
EGER HETA MAWEYEKÎ ALOZÎ ÇARESER NEBİN, EM Ê ÇAREYÊ Jİ GELÊ XWE BİPİRSİN!
Serok Barzanî vê hefteyê li paytaxta Dewletên Yekgirtî yên Amerikayê li bajarê Washingtonê serdanên girîng pêktîne. Destpêkê bi Wezirê Karê Derve xanim H. Clintonê û cihgirê Serok J. Biden re hevdîtin çebû. Roja çarșemê jî Serokê Amerika B. Obama li Koșka Spî pêșwaziya Serokê Herêma Kurdistanê kir. Piștî hevdîtina bi Serok Obama re, Serok Barzanî pêșwaziya Wezirê Bergiriyê kir û her wisa beșdarê civînekî bi revenda Kurdî re kir. Di vê civînê de birêz Mesûd Barzanî axaftinekî kir û derbarê serdana xwe de agahiyan da û her wisa ji cihên pêdivî re jî peyamên girîng rêkir. Radyoya Dengê Amerika vê gotarê weșand, ji navnîșana li jêr hûn dikarin bibihîsin.