Serrûpel | Nûçe | DAXUYANIYA KONGREYA 10. A PDK-BAKUR

DAXUYANIYA KONGREYA 10. A PDK-BAKUR

Mezinahiya nivîsê: Decrease font Enlarge font
DAXUYANIYA KONGREYA 10. A PDK-BAKUR

Partiya Demokrata Kurdistanê-Bakur, PDK-Bakur piştî konferansa di meha yanzdehan de pêk aniyî, di meha nîsanê de Kongreya xwe ya 10emîn li dar xist. Kongre, bi 109 delegeyan civiya û bi dirûşma ”Vejîn, Nûbûn, Berxwedana Siwîl û Demokratîk Ji Bo Mafên Netewî-Siyasî” du rojan dom kir.

 

Partiya Demokrata Kurdistanê-Bakur, PDK-Bakur piştî konferansa di meha yanzdehan de pêk aniyî, di meha nîsanê de Kongreya xwe ya 10emîn li dar xist. Kongre, bi 109 delegeyan civiya û bi dirûşma ”Vejîn, Nûbûn, Berxwedana Siwîl û Demokratîk Ji Bo Mafên Netewî-Siyasî” du rojan dom kir.

Kongre, bi sirûda netewî Ey Reqîb û rawestandina rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên Kurdistanê destpê kir. Piştî silavkirin û axaftina Komiteya Amadekariya Kongreyê, du damezrînerên Partiya me silavên xwe pêşkêşê Kongreyê kirin û axaftinên xwe kirin. 

Di Kongreya Partîya me de nûnerên Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî, yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Hizbî Demokratî Kurdistan (HDK Îran), Partî Demokratî Kurd li Surîye (El-Partî), Partîya Azadî (Suriyê), Partîya Yekîtîya Kurdên Surîyê, Partîya Azadîya Kurdistan (rojhilat), Partîya Zahmetkêşanî Kurdistan, Yekîtîya Niştimanî Demokratên Kurdîstan (başur) amade bûn û gotarên xwe yên piştevanîyê pêşkêş kirin. 

Piştî axaftinên mêvanan û xatirxwestina wan, Kongreyê dest bi karê xwe kir. Delegeyan bi giştî li ser rewşa siyasî û li ser pêvejoya nû ya li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, bi taybet nêrînên xwe, pirs û boçûnên xwe yên di derbarê vê pêvejoyê de anîn ziman. Em ê li jêr bi kurtasî ravêja Kongreyê û helwesta PDK-Bakur, derbarê van mijaran de wekî xalên taybet pêşkêş bikin. 

Xebateka yasayî, aşkere û rewa 

Xalek ji xalên herî girîng a rojeva Kongreyê, gengeşiyên di derbarê destûra Partiyê de bû. Di mijara derbarê çawayiya pergala rêxistinê û şêweyê xebata Partiyê de bîr û hizrên balkêş hatin peyivîn ko dê ev bîr û hizir bikarin rê li pêşiya Partiyê vekin. Piştî van gengeşiyên bi sûd, Partiyê dawî li pergala cureyê ,,hucreyan“ anî. Di destûra xwe ya nû de ji bo diyar kirina cureyê rêxistinê berpirsiyariyê spart Meclisa Partiyê. 

Herwiha, şêweyê kar û xebatên Partiyê jî dê werin guherîn û xebateke yasayî, aşkere û rewa were kirin. Di vê çarçoveyê de hemî kar, xebat û çalakiyên siyasî, civakî, çandî, perwerdeyî yên Partiya me dê aşkere bin, li ber çavan bin. Partiya me dê xwe ji ber kar û xebatên ko ji bo doz û daxwazên gelê me û welatê me Kurdistanê were kirin veneşêre. Doza Gelê Kurd dozeke siyasî ye, dozeke rewa ye û ji bo doza maf û azadiyên gelê me yê bindest, kar û xebat û rêxistin, mafê me ye; mafekî rewa ye, hiqûqî û yasayî ye jî. Partiya me dê vê rê û rêbazê dane pêşiya xwe.

Sistema pir partiyatî ya demokratîk esas e 

PDK-Bakur, baweriya xwe bi pirdengî û rengîniya (pluralîzma) civakî û siyasî dihîne. Maf û azadiya ifadekirina hizr û baweriyên cûrbecûr, ji bo jîyana demokratîk, aramî, aştiyê û ji bo pêşveçûnên civakî, siyasî û aborî pêwîst dibîne. 

Li nav Partiya me dijminahiya Kurd û Kurdistaniyên xwedî bîr û hizrên cûda û rexistinên wan nayê qebul kirin û xeta sorê. Birakujî ji bo desthilata siyasî, ji bo PDK-Bakur xwekujî ye, malwêraniya Kurdistanê ye. 

Wekî serok Barzanî gotî „Çênabe ko xwîna Kurd bi destê Kurd werê rijandin. Ev tawanekî herî mezin e û haram e“ Pêwist e ko ev têgihîn, di nav civaka Kurdistanê û tevgera welatparêz de bibe prensîbeke sereke. 

Partiya me di xebata siyasî de bikaranîna zorê weke navgîneke siyasî napejirîne 

Ji bo normalîzebûna siyasetê, pêwîst e siyaset ji zordestiyê bihê parastin. PDK-Bakur, di xebat û xizmeta siyasî de bikaranîna zordestiyê bi temamî red dike û bi tu awayî qebûl nake. Têkoşîna sivîl, demokratîk û aştîyane derfeta ramanên ko pêdiviya gelê me pê heye, peyda dike. 

Şêweyê xebat û têkoşîna Partiyê, rê û rêbazên sivîl, demokratîk û aştiyane ye 

PDK-Bakur, partiyeke neteweyî û demokratîk e; li ser bingehên demokrasiyê siyasetê dike; şêweyê xebat û rêxistina eşkere û rewa, wek bingehê xebata xwe dipejirîne. Di vê çarçoveyê de Partî, ji bo cîbicîhkirina armancên siyasî, netewî, xebateke sîvîl, demokratîk û aştiyane dimeşîne, li gor şert û mercan derfetên yasayî bi kar tîne. 

PDK-Bakur, ev pêvejoya ko hatîyê destpê kirin bi erênî dinirxîne 

Ev du meh in li Tirkiyê pêvejoyeke nû destpê kiriye. Di navbera dezgehên dewleta Tirkiyê û Serokê PKKê de hevdîtin pêk tên. Şer hat rawestandin. Hat û çû di navbera aliyan de berdewam dike. PDK-Bakur, van hevdîtinan û ji nêzîk ve bi şêweyekî cidî dişopîne. Piştevaniya rawestina şer dike. Provakasyonên ko careke din bibe sedema tund û tujiyê û peyda kirina alozîyên li Kurdistanê red dike û li hemberê wan disekine. Ko bandora çekan li ser sîyaseta demokratîk û sîvîl nemîne, dê rê li ber pirdengîye berfereh bibe û di xebata siyasî de îmkanên nû peyda bibin. 

Doza Gelê Kurd dozeke siyasî ye û divê bi rê û rêbazên siyasî were çareserkirin. Pêwîst e tevgera welatparêz a li bakurê Kurdistanê di vî warî de xwedî siyaset û gotareke hevbeş be. Ji bo vê yekê pêdivî bi hevpeymaniyeke niştîmanî heye. 

Deshilatdariya Herêma Kurdistanê destkevtiyên dîrokî û neteweyî ye 

Partî, destkevtiyên li Başûrê welatê me û Deshilatdariya Herêma Kurdistanê, wek destkevtiyên dîrokî û neteweyî dibîne. Pêwîstî pê heye ko miletên cîran danûstandinên ciraniyê yên qenc bipejirînin û rûmeta mafên Kurdan ya li ser axa xwe bigirin. 

Serkevtina Rojavayê Kurdistanê dê deriyên nû li ber doza Gelê Kurd û demokrasiyê veke 

Partî, serhildan û berxwedana rojavayê welatê me bi dilşadî dişopîne, pê serbilind e û piştgirê wê ye. Serkevtina rojavayê welatê me dê deriyên nû li ber doza Gelê Kurd û demokrasiyê veke û herwiha wê destê birayên me yên roavayê li dijî rejîma faşist a Baas ya Bişar Esedê zordest hêzdar bike. 

Îran bûye zindana gelan û siyaseta rejîma Îranê Li Rojhilata Navîn bêistiqrariyê diafirîne 

Li rojhilatê Kurdistanê gelê me di bin zordariya rejîma Îranê de ji hemû maf û azadiyên xwe yên siyasî û netewî bêpar in. Îran bûye wek zindana gelan. Ger tu ne alîgirê rejîmê bî tu qedir û qîmetê mirovahiya te nîn e, jiyana her muxalifekî di bin metirsiyê de ye. Dewleta Îranê di hundir de zordest e, û li Rojhilatanavîn bi siyaseta xwe bêistiqrariyê, şer û pevçûnê diafirîne. Li seranserê Îranê guherîneke demokratîk û ji bo gelên bindest azadî, êdî pêdiviyekî siyasî û mirovî ye. 

Mala Kurd divê hevaheng û yekrêz be! 

Em di demeke dîrokî re derbas dibin. Li Rojhilatanavîn dizayneke siyasî pêk tê. Gelê Kurd li benda destkevtinên nû ye. Doz û daxwazên Gelê Kurd ên rewa li benda cîbecîhbûnê ne. Mafê Gelê Kurd e ko wekî hemû gelên cîhanê, herwiha wekî gelên cîran Ereb, Tirk û Farisan, çarenivîsa xwe bi destê xwe diyar bike, li ser axa xwe serwer û desthilatdar be. Ta ko Gelê Kurd, mafê xwe yê neteweyî-siyasî yê rewa bi dest nexe, ne li Kurdistanê, ne li welatên Kurdistan parvekirine û ne jî li Rojhilatanavîn, aştî, aramî û demokrasî pêk nayê. 

Lê ji bo ko Gelê Kurd bikare mafên xwe bi dest bixe, berî her tiştî divê ew bi xwe di nava xwe de hevaheng û yekrêz be. Divê mala Kurd rêk û pêk be. PDK-Bakur dê di xizmeta hevahengî û yekrêziya tevgera welatparêz de be! Dê dirûşma PDK-Bakur her tim li ser binyata yekrêzî, hevahengî, hevkarî, hevpeymanî, dostanî û birayetiyê be! Em destê birayetiyê dirêjî hemî hêzên Kurd û Kurdistanî dikin: werin em bi hev re di xizmeta Doza Gelê Kurd de bin. Ne tenê xizmeta Gelê Kurd, singê me ji hemî pêkhatiyên Kurdistanê re vekiriye, mafên hemî niştecihên resen yên Kurdistanê parastî ye. 

Hemû Kurdistanî wek hev in û di navbera Kurdistaniyên Ermen, Suryanî, Aşurî, Kildanî, Tirk, Ereb, Ecem, Azerî, Çerkez tu cûdayetî nîn e. Ol û nijad her çi be jî hemî Kurdistanî li Kurdistanê wekhev in. 

Herwiha PDK-Bakur civak û siyaseteke adil û ji bandora ol û mezheban dûr diparêze. Partiya me, di çarçoveya maf û azadiyên olî û bawermendî yên gerdûnî de rêz û hurmeta hemî ol, mezheb, bîr û hizrên bawermendiyê digire, maf û azadiyên hemiyan parastî ye. Mafên komên serjimarê wan kêm, wekî Kurdên Êzidî, Elewî, Ceferî, Kakayî pêwist e ji aliyê piraniya civaka Kurdistanê û siyaseta Kurdî ve bi taybet werin parastin. Ref û singê PDK-Bakur ji van xwişk û birayên me re vekirî ye. 

PDK-Bakur, li ser rêbaza Barzaniyê Nemir Partiya niştîmanperwerî, demokrasî, hevdemî û modernizmê ye 

PDK-Bakur konê Kurdewarî û Kurdistanîtiyê ye. Di bin vî konî de ji hemî Kurdistaniyên dilsoz re singê me vekiriye, em amade ne bi hev re xizmeta doza gelê xwe bikin. 

Partî di Kongreya 10emîn de pergala rêxistina xwe nû kir, şeweyê xebat û xizmetê yê nû danî pêşiya xwe û ji xwe re Serokek û organeke nû hilbijart. PDK-Bakur bi Kongreya 10emîn armanca vejandina Partiyê qaîmtir kir, di armanca nûbûnê de jî gavên girîng avêtin, niha jî derbasê cîbecîhkirina van biryaran bûye. 

Partiya me, ji sala 1965an vir de xwedî dîrokeke dûr û dirêj e, xwedî misyon û hêzeke xurt e, di nav xelk û civaka Kurdistanê de jî rahên xwe bi cih kirine. Em bawer in, dê xelkê me di zûtirîn demê de li dora Partiya xwe bicive û di bin alaya rengîn de bigihije xwezî û hêviyên xwe . 

PDK-Bakur 
Partiya Demokrata Kurdistanê-Bakur

 

  • email Ji hevalê xwe re rêbike
  • print Rûpelê binivîse
  • Plain text Teksta normal
Etiketan
Ji bo vê nivîsê etiket tune
Deng bide vê nivîsê
3.00