Serokê Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakur) Sertaç Bûcak derbarê rewşa cizîrê

Ji Rûdaw-
Nêrîna PDK Bakur:
Serokê Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakur) Sertaç Bûcak jî ji Rûdawê re anî ziman ku her çiqas rexneyên wan ên giran li Hûda-Parê hebe jî lê dîsa şer û pevçûnên li Cizîrê, şerê di navbera kurdan de ye û tiştekî xelet e, ev pevçûn xizmeta pêvajoyê nakin. Bûcak wiha axivî:
“Divê ev pevçûn demildes bên sekinandin û rewşa Cizîrê normal bibe. Her du alî jî dikarin alîgirên xwe zeft bikin lê ya girîng di vir de niyet e. Mafê ti kesî tine gelê me bixe nav şerekî din.”
Deng bide vê nivîsê