HEYETEKÎ PDK-BAKUR BI SEROKATIYA SERTAÇ BUCAK ÇÛ TAZIYA ŞÊX AHMEDÊ KURÊ ŞEHÎD ŞÊX SAÎDÊ PÎRAN

Heyetekî bi serokatîya Sertaç Bucak, Serokê PDK-Bakur, serdana sersaxiyê ya malbata şehît Şex Said Efendî li bajarê Pîran kir. Li tazîya Şex Ahmed (Me peyama ser saxiyê a serokê PDK-Bakur li wir weşandibû. Admin.) bi navê malbatê Şêx Fevzî Bilgin (Şêx Fevzî kurê Şêx Abdurrahîm Efendî ye. Şêx Abdurrahîm birayê Şex Said Efendî bû. Dema rabûna Dersîmê Şex Abdurrahîm Efendî xest ku b...ejdarîya tevgera Dersîmê bibe, bi hewariya wan ve here. Lê mixabin dora çemê Salatê – mabeyna Bismilê û Batmanê – leşkeran li pêş şehîd Şêx Abdurrahîm Efendî û şervanên wî kozik vedan. Hemû şervanên azadîxwaz şehîd bûn. Ser reya Bismil û Batmanê gorîstana Şehîd Şex Abdurrahîm Efendî ji alîyê Şêx Fevzî ve hatîyê çekirin.)
Tazîyê de Şêx Fevzi Bilgin (1), Şêx Behrun Aygören, Şêx Felat Aygören (Endamê Meclîsê PDK-Bakur) , Şêx Samet Bilgin (Şaredarê Pîran/Dicle) û hwd. beşdar bûn.