PDK-Bakur: Di 46. salvegera șehîdkirina Faîk Bucak de wî bi rêzdarî bibîrtînin

46. SALVEGERA ȘEHÎDKİRİNA FAÎK BUCAK Berî 46 salan rojekî wekî îro, yanî 04ê Tîrmehê 1966 dana sere sibehê dor saet 10:15 li ser riya Ruha û Girêsor (Siweregê) li Karakoprîyê benzînxaneya Petrol Ofisi demê xwest erebeya xwe benzîn dabigre hinekan kemîn danîbû û derketin pêșiya Av. Faîk Bucak, wî bi guleyan ji singe wî brîndar kirin.
46. SALVEGERA ȘEHÎDKİRİNA FAÎK BUCAK
Berî 46 salan rojekî wekî îro, yanî 04ê Tîrmehê 1966 dana sere sibehê dor saet 10:15 li ser riya Ruha û Girêsor (Siweregê) li Karakoprîyê benzînxaneya Petrol Ofisi demê xwest erebeya xwe benzîn dabigre hinekan kemîn danîbû û derketin pêșiya Av. Faîk Bucak, wî bi guleyan ji singe wî brîndar kirin. Piștî bi qasî 21 seetan li nexweșxaneyê rehmet kir. Kuștina șehîd Faik Bucak, kî dixwaze çi rengî dide, bila bide, ev cinayetekî siyasî ye û helbet destên qirêj tê de heye, ev dest ji dezgehên dewletê êrî û bêrî ninin.