Serrûpel | Nûçe | EZ,EM BÊRÎYA TE DIKIN KEK HEMREŞ

EZ,EM BÊRÎYA TE DIKIN KEK HEMREŞ

Mezinahiya nivîsê: Decrease font Enlarge font
EZ,EM BÊRÎYA TE DIKIN KEK HEMREŞ

Îro koçkirina salvegera kek Hemreş e, belê deh sal derbaz bu kek Hemreş ji nava me koçkir. Gelek caran behsa nemira tê kirin, lê tenya bi alîya wanê sîyasî bibîr tînin. Bawerîya mîde ev têr nake, jiber ku hin kes henin di warê ziman,çand,huner û ahlaqê civakîde mînakin. Mîrovhezin, dem dem alîyê wanê mîrovatî dikeve pêşîya alîyê wanê sîyasî jî.

 

EZ,EM BÊRÎYA TE DIKIN KEK HEMREŞ

Îro koçkirina salvegera kek Hemreş e, belê deh sal derbaz bu kek Hemreş ji nava me koçkir. Gelek caran behsa nemira tê kirin, lê tenya bi alîya wanê sîyasî bibîr tînin. Bawerîya mîde ev têr nake, jiber ku hin kes henin di warê ziman,çand,huner û ahlaqê civakîde mînakin. Mîrovhezin, dem dem alîyê wanê mîrovatî dikeve pêşîya alîyê wanê sîyasî jî.

Kek Hemreş ji wan kesa yek bu ku, di warê ziman û civakî de xwedî tecrubêye zêde bu. Mîrov hez bu, tê bîramin di salvegera kek Hemreş ya duyemîn de li Elmanya bajarê Duisburgê tevî hezkirîyî wî me bîranînek lidar xist. Min wîsa bi ziman hanîbum, ez bêrîya te dikim kek Hemreş. Wek mezinek,wek sîyasetmedarek lê ji hemîya zêdetir wek mîrovhezek bêrîya te dikim.

Di wê bîranîna de birêz kek Bedirxan Epozdemîr jî hebu, cenabî wî jî hekê axaftinê girt wîsa gotubu,’ berê me ne dikarî bigotina em bêrîya te dikin, jiber ku wek qelsîyek binav dibu’ lê di eslê xwe de me alîyê xwe yê însanî dikuşt, hîsê xwe yê mîrovatî dixist bin qeyda . Tenya bi diruşma (silogana) bîranînê xwe lidar dixist.

Gelek kes hebu ku berîya koça kek Hemreş bi hevildanê kirêj tevgerîyan, hezdikirin cenabê wî bidemikinîn. Gelek kes wê tiştê nizanin, dema jîyana xwe ji dest da ez û kek Bayram bihevre çun nexweşxanê. Xwuşka Zeyneb liber serê wî bu, ‘hevalek din jî livirbu’ çu enîya kek Hemreş maçî kir. Lê tameşe kirim, bê deng mam. 

Bi xwura şer kirim, gelo ev kes nebu ku digot heya kek Hemreş di nava rêxistinêda be ez tuneme. Di eslê xwe de ne digot kek Hemreş navek din digot, lê ne ahlaqê me dest dide nejî ne dema wî ye mîrov hemî tiştê bêje. Yek kesek din jî hebu piştî koça wî ser navê wî li welatek îskandînaw kise kiribu. Ew kes bi tewanbarê gelek kirêj biser wî de hatibu, ew dem jî min/me rê neda ku ew kes bigîje armanca xwe.

Piştre bi şeweyek din, manevrayek dinê kir ku hinek hevala bîne pêşberê hev. Bi rengek gehîşte armanca xwe, lê tiştê ne rast tucara cîhê rastîyê nagire!! Ruyê wanê kirêj rojek derdikeve ruyê erdê, xwedî tewanbarê kirêj bi direvên xwe rû reş dibin di nava civakê de. Belê hêja kek Hemreş ji alîyê teyê sîyasî zêdetir,bêrîya alîyê teyê însanî,civakî,zebata teyê ser ziman û xweş mîrovatîye dikim.

Kekêminê hêja, ma tê bîrate! Te wîsa jimin pirskir.. Baran tu wekî kurêminî, tu dizanî çikas jite hezdikim! Ka we li Kopenhage çi kisekir, ew mesele çîye? Min gotî te tiştek nîne kek Hemreş, min ne dikarî bu gengeşîyê wêderê jitera bêjim. Niha ezê nebêjim, lê bawer bike ew dem jî me nehîşt ku ew kes bi cenabê we bilîze!! 

Ez ji niha de soz didime te, dema wexta wî were ezê gengeşîyê Kopenhagê bi tewayî binivisînim. Ez pê bawerim tuyê ji cîhê xwe bibîzî û tuyê hek bidî birayê xwe. Belê kek Hemreş ez û gelek hevalê me bêrîya te dikin, tuyê herdem di nava dilê me de bijî. Carna liser medya yê tameşa Germîn dikim, buye keça bavê xwe. Xwudayê mezin wî û xwuşku birayê wî bisitirîne. 

Belê kekê Hemreş, ez niha li Amed a rengîn dijîm. Me îro dost û hevalê te kek Şerafedîn birêkir koça dawî. Bi sed hezara hezkirîyê wî pêra mêşîya, bi Ala rengî derbesta wî hate xemilandin. Bila cîhê we hemîya bihuşt be, Xwudayê mezin bi hezkirîyê were be. Hunê rojek di cîhê xwe de bibizîn dê Ala Kurdistanê liser bircên Amedê bi dalike, ew dem axîna sala dê bî cîh were. Li hemî welatê me dê bibe şahî û emê bihevre dîlana azadîyê bigrin. Belê ez bêrîya te/ bêrîya we dikim. 

Baran Hemze 27.12.2012

Amed

 

  • email Ji hevalê xwe re rêbike
  • print Rûpelê binivîse
  • Plain text Teksta normal
Etiketan
Ji bo vê nivîsê etiket tune
Deng bide vê nivîsê
2.83