Reso Welat

Hevdîtina Serok Barzanî û Serok Obama li Qesra Spî

Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka ve hate pêşwazî kirin Demjimêr du yê piştî nîvroya doh 04.04.2012 Çarşem bi dema Washingtonê li Koşka Spî, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê birêz Barack Obama Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka ve bi germî hate pêşwazî kirin. Li hevdîtina di navbera her du aliyan de rewşa Iraq û navçeyê û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Emerîka hate guftûgokirin. Birêz Barack Obama Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka pabendbûna xwe û welatê xwe ji bo piştgîrîkirina li doza gelê Kurd ragihand û tekez li ser wê yekê jî kir ew piştgîrî berdewam dibin bo ku Iraqekî nû li ser bingeha demokrasî û hevbendiya rasteqîne û pabendbûna bi destûr dabimezrê.
Dumahî
Agahdariya nivîskar
Reso Welat
Di arşîvê de bigere