RÛPELA BINGEH | ŞEHÎD | BIKE MALPERA DESTPÊKÊ | BÊXE NÊV BIJAREYAN | KONTAKT  | INFO | LÊGERÎN | ARŞÎV
  Menû
  Legerin


  Têketin
Bikarhêner

Şîfre

Security Code: Security Code
Type Security Code

Bibe endamê Pdk Bakur
  Têketina Admin
· Admin/Berpirs
· çe
· Change Survey
· Ýçeriði Düzenle
· Derketin
 
Haber PDK 33, YNK 13, Goran 11, Yekgirtû 5, Komel 2 kursî
Nivîskar: Editor Di: 09.03.2010 Sehet: 20:58
Ji aliyê Editor

Kurdan 64 kursî misoger kirine û li benda 2 kursiyên din in. Li gor encamên dawî yên hilbijartinan ku ji çavkaniyên PDK, YNK û Goranê gihiþtine Rûdawnetê; bi giþtî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi 33 kursiyan dibe yekem qewareya bê rikeber di nav qewareyên Kurdistanê de.



Li gor amarên ku gihane destê Rûdawnetê kurdan ji xeynî dengên derve, 63 kursî misoger kirine. Kursiyên ku kurdan bi dest xistine wiha ne: Mûsil 10, Kerkûk 8, Diyale 3, Silêmanî 17, Hewlêr 14, Dihok 10, Bexda 1.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)

Li gor çavkaniyên PDK-ê, di nav partiyên kurdan de PDK bûye yekemîn û jimara kursiyên wê wiha ne: Dihok 9 kursî, Hewlêr 9, Mûsil 9 (Digel kotaya kurdên Þebek ku Mihemed Cemþîd e û rêveberê Þaxê 14 yê PDKê ye), Kerkûk 2, Silêmanî 1 (ku berendama PDKê li Silêmanîyê Lane Mihemed Elî bû, di nav berendaman de herî zêde deng wergirtiye, herwiha dibe ku PDK li Silêmaniyê kursiyeka din jî bi dest bixe), Bexda 1.

Tevgera Goran

Li gor çavkaniyên Goranê kursiyên ku wê bi dest xistine wiha ne: Silêmanî 6 yan 7, Kerkûk 1, Hewlêr 2 yan 3, Mûsil 1. Goran li gor alternatîfa herî baþ 11 kursiyan bi dest dixe. 

Yekitiya Niþtimaniya Kurdistanê (YNK)

Li gor çavkaniyên YNKê jî kursiyên ku wê bi dest xistine wiha ne: "Diyale 2, Silêmanî 5, Kerkûk 4 yan 5, Hewlêr 1, Mûsil 1 yan 2.

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê

Li gor amarên ketine ber dest kursiyên ku Yekgirtûyê bi dest xistine, wiha ne: Silêmanî 2, Hewlêr 1, Dihok 1, Kerkûk 1. Li gor hilbijartina berê Yekgirtû dengê xwe li Dihokê pir zêde kirine.

Komela Îslamî

Kursiyên ku Komela Îslamî jî wergirtine wiha ne: Hewlêr 1, Silêmanî 1.

Kurdan bi giþtî 64 kursî misoger kirine, lê ew li bendê ne ku ev jimar bibe 66. Ji ber li seranserê Iraqê 15 kursî kota ne. Ji bilî kursiyêk ji bo êzidiyan wek kota hatiye veqetandin, îhtîmala kursiyeka ji kotayan wergire heye.

Wek tê zanîn Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê ji 11 partiyan pêk tê, ji wan tenê PDK û YNKê karibûye ew kursiyan bi dest bixin. Lîsta Hevpeymanî 46 kursî bi dest xistine.

Kotaya Xirîstiyanan

Rêvebirê bajarokê Enkaweyê Fehmî Metî ku ser bi Lîsta Civata Millî Kildanî, Sûryanî û Aþûrî ye bo Rûdawnetê ragehand: "Ji xeynî mîsogerkirina kursiyê kota yê Hewlêrê, egera 4 kursiyên din jî heye, em li Dihok, Mûsil û Bexdayê wergirin."

Jêder:NetKurd



 
  Lînkên pêre
· Zêdetir Haber
· ji Editor


Nûçeya herî zêde hatiye xwandin li ser Haber:
DAXUYANÝYA CÝVÎNA KOMÎTEYA RÊXÝSTÝNA DERVEYÊ WELAT YA PDK-BAKUR

  Puandana nûçeyê
Puan liserhev: 0
Deng: 0

Tika ye, vê nivîsarê binirxîne:

Şahane
Gelek baş
Baş
Ne baş, ne xerab
Xerab

  Alternatîf

 Li ser kaxezê çap bike Li ser kaxezê çap bike

 Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne

"Têketin" | Logîn/Navnivîsîn | 0 Nêrîn
Her şanderek berpirsê nêrînên xwe ye. Em berpirsyariya nêrînên çi kesekî nagirin ser xwe.
www.pdk-bakur.com

PHP-Nuke Copyright © 2004. This is free software, and you may redistribute it under the GPL.

Ravakirina Malperê: 0.17 Saniye