RÛPELA BINGEH | ŞEHÎD | BIKE MALPERA DESTPÊKÊ | BÊXE NÊV BIJAREYAN | KONTAKT  | INFO | LÊGERÎN | ARŞÎV
  Menû
  Legerin


  Têketin
Bikarhêner

Şîfre

Security Code: Security Code
Type Security Code

Bibe endamê Pdk Bakur
  Têketina Admin
· Admin/Berpirs
· çe
· Change Survey
· İçeriği Düzenle
· Derketin
 
Güncel Operasyona Polîsên Belçîka ser Studyoyên Roj TV û hin avahiyên komela û malan
Nivîskar: Editor Di: 05.03.2010 Sehet: 08:41
Ji aliyê Editor

Polisên Belçîkî bi ser Studyoyên Roj TV re girtin

Doh Polîsên Belçîkî studiyoyên Roj TV jî di nav de li seranserî welat bi ser 25 mal û saziyên Kurdan de girtin. Polîsan weşana Roj TV jî bê tu hincetekê nîşan bide birî. Li gor agahiyan, bi fermana Dozgerê Brukselê ji aliyê Polîsên Federe ve di seet 05.00ê serê sibehê de di heman demê de studyo Roj TV ya li nehye Denderleeuwê jî di nav de, bi giştî  bi ser 25 navnîşanan de girtine. Navenda KNKê jî hatiye lêgerîn.

Li gor agahdariyan Remzî Kartal û Zubeyir Aydar jî hatine girtin. Rêxistinên mafê mirovî yê Kurdan wek CHAK û rêxistinên demokratîk wek KOMKAR û hinekên din li dijî vê operasyonê derketin, daxuyanî ragihandin.

Rojnamevan binçav kirin

Di serdegirtina ser studiyoyên Roj Tv û Sterk Production ku bername ji bo Roj TV amade dikirin de ji zêdeyî 300 polîsan cih girt. Di serdegirtinan de heta niha Midûrê Roj Tv Gulşen Emsîz, rojnamevan Burhan Erdem, Devrîm Akçadag û Murat Yaklav û hinek mêvan bi giştî nêzîka 10 kes hatine binçavkirin. Hin kesên hatin binçavkirin birin Navenda Polîsan a Brukselê û hinek ji wan jî li studyo rawestandin.

Xebatkarên Roj TV yên li ber studyoyê kom bûne, dan diyarkirin ku polîsan nehiştine ew bikevin studyo û lêgerîn ji aliyê 300 polîsan ve tê kirin. Xebatkarê ku bûye şahidê serdegirtinê ev agahî dan: "Di dema serdegitinê de, zirar gihandine komputer û amûrên teknîkî yên weşanê ku di odeya weşanê de bûn."

Polîsan ragihandin ku serdegirtin di çarçoveya `tekoşîna dijî terôrê` de pêk hatine û derbarê bûyerê de dozgeriya Federe dê îro seet 17:00an daxwiyaniyekê bide çapemeniyê.

'Serdagirtin ne hiqûqî ye'

Desteya weşanê ya Roj TV derbarê serdegirtinê de daxwiyaniyek kurt da û got: "Serdegirtin antî-demokratik e û di dema serdegirtinê de zirar gihandine amûrên weşanê. Em vê helwestê şermezar dikin û daxwaz dikin ku demildest dawî li serdegirtinê bê." (Rûdawnet)



 
  Lînkên pêre
· Zêdetir Güncel
· ji Editor


Nûçeya herî zêde hatiye xwandin li ser Güncel:
PDK-Bakur li Almanya şehîdên Kurdistanê bibîranî

  Puandana nûçeyê
Puan liserhev: 0
Deng: 0

Tika ye, vê nivîsarê binirxîne:

Şahane
Gelek baş
Baş
Ne baş, ne xerab
Xerab

  Alternatîf

 Li ser kaxezê çap bike Li ser kaxezê çap bike

 Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne

Nûçeyên din ...

Güncel

"Têketin" | Logîn/Navnivîsîn | 0 Nêrîn
Her şanderek berpirsê nêrînên xwe ye. Em berpirsyariya nêrînên çi kesekî nagirin ser xwe.
www.pdk-bakur.com

PHP-Nuke Copyright © 2004. This is free software, and you may redistribute it under the GPL.

Ravakirina Malperê: 0.18 Saniye