
Hilbijartina 7ê Adarê û dahatûya desthilata Baxdayê
Roja 7ê adarê 2010 li seranserê İraqê û başûrê Kurdistanê hilbijartinên parlamentoyê çêdibe. Hilbijartina berê vê di sala 2005an de çêbûbû. Desthilata îro li Baxdayê encamê wê hilbijartinê ye. Erebên şîa, sunî û Kurdan wek sê aliyan piştî bazareka zor desthilatê di nav xwe de parve kiribû. Postê Serokê İraqa federal gîha Kurdan, mam Celal bû Serokkomar; yek ji şia û yek ji suniyan jî bûn cîhgir. (….) Kurd divê di hilbijartinê de biserkevin, destkevtiyên li Baxdayê biparêzin û di bazara piştî hilbijartinê de bihêz bin. Divê em dereng nemînin û dest bi seferberiya xebata hilbijartinê bikin.
Postê Serokwezîr yekî şîa bû. Roja 7ê Nîsanê 2005 İbrahim Caferî bû Serokwezîr. Karê wî 20ê Gulanê 2006an de bi dawî hat. Ew mecbûr bû vî karî berde. Pişta xwe zêde bi İranê û Tirkiyeyê germ kir û dijminahiya Kurdan jî kir. Di çûna Caferî de rola Kurdan roleke karger bû. Piştre Nurî Malikî dewsa wî girt. Kurdekî û Erebekî sunî jî cîhgirê Serokwezîr in. Heta berî vegera Kurdistanê Dr. Saleh Behram ser navê Kurdan wî postî bi serkevtî dimeşand.
Serokê Parlamentoyê Erebekî sunî bû û du cîhgirê wî yek Kurd û yek jî Erebê şia heye. Dezgehehên birêvebirî û kargerî jî (wezaret û yên din) di nav van her sê hêzan de hat parve kirin. Ev hersê alî hem şirîkên hevdu ne û hem jî yekdu kontrol dikin.
Şirîkatiya li Baxdayê karekî ne hêsa ye. Ji aliyekî ve peywendiyên Kurd û Ereban hertim ne weka dilê mirov dixwaze dimeşe. Ji aliyê din ve pirsgirêka nabeyna Erebên şia û sunî jî pirseka zêde giran e. Pirseka dîrokî ye, barekî hezar û sê sed salan e. Pirsa şia û suniyan wekî çiyayeke li ser pişta siyasetê û desthilata Baxdayê. Li Baxdayê meşandina siyasetê, ji aliyekî hûnereke mezin e û ji aliyê din ve şarezabûnekî „canbazî“ jê re divê.
Di demên parvekirina desthilatê de hewce ye mirov bihêz be û bizane ji bazara desthilatê çawa bi serkevtî derbiçe.
Nuha li pêşiya başurê welatê me pêvejoyeke wisa dest pê dike.
Roja 7ê adarê hevwelatî dengê xwe didin. Yanî diyar dikin, di pênc salên pêş de kî û çawa di birêvebiriya siyasî û îdarî de xwedî gotinê û desthilatê be. Helbet destûrek heye. Ev destûr di 2005an de bi dengê xelkê İraqê û Kurdistanê bi rêjeyekî bilind hatibû qebûl kirin. Belê, ev çarçoveyekî bingehîn e. Lê jiyan tiştekî din e. Cîbecîhkirina biryarên destûrî, siyasî û rêvebirî mixabin hertim ne li goreyê destûrê, yasa û biryaran pêktê, lêbelê li gor hêza terefan. Hêza te hebe û hêzên navdewletî ne li dij bin, tu dikarî mafên xwe bi dest bînî. Eger hêza te tunebe, kes goh nade kesî. Li İraqê heta îro wisa bûye. Rê û rêbaza çareserkirina pirsa Kerkûkê û deverên din di destûrê (xala 140) de hatiye zelalkirin. Lê Erebên şirîkê desthilata Baxdayê nahêlin ev pirs çareser bibe. Di nav Baxdayê û Hewlêrê de gelek pirsên girîng çareser nebûye. Ereban van pirsan bi zanatî paşde xistin. Hêviya wan ew e, roja 7ê adarê encamên din derkevin holê û li Baxdayê desthilat bê guhertin. Wek mînak Kurd nikaribin Serokkomariyê bi dest bîxin û bi Serokatiya Parlamentoyê razî bin! Xeberekî pêşiyan heye, dibêje „Mirîşk di xewna xwe de qûtê dibîne“. Xweziyên hinek hêzan dê di qirika wan de asê be.
Hilbijartina 7ê adarê dê desthilata Baxdayê diyar bike.
Piraniya Ereban dixwazin hêz û rola Kurdan li Bexdayê kêm bibe, dengê wan bê birîn. Gotinên waliyê Mûsilê Esîl Nûçêfî , divê ji Kurdan re bibe „goharên goha“! Ev nezilam li parezgeha Mûsilê desthilatekî piçûk bi dest xistiye, dixwaze Kurdan ji Mûsilê bi zorê der bixe. Eger ji destê Erebên vî cureyî werê dê bixwazin Kurdistanê jî ji Kurdan vala bikin. Dibe ku ev gotin hinekî giran û ne dîplomatik bin, lê rastî ev e.
Kurd divê di hilbijartinê de biserkevin, destkevtiyên li Baxdayê biparêzin û di bazara piştî hilbijartinê de bihêz bin. Divê em dereng nemînin û dest bi seferberiya xebata hilbijartinê bikin. (Jêder: Rudaw, Hejmar 32, 16ê Sibatê)