RÛPELA BINGEH | ŞEHÎD | BIKE MALPERA DESTPÊKÊ | BÊXE NÊV BIJAREYAN | KONTAKT  | INFO | LÊGERÎN | ARŞÎV
  Menû
  Legerin


  Têketin
Bikarhêner

Şîfre

Security Code: Security Code
Type Security Code

Bibe endamê Pdk Bakur
  Têketina Admin
· Admin/Berpirs
· çe
· Change Survey
· Ýçeriði Düzenle
· Derketin
 
Güncel Mesrûr Barzanî : „Hewlêr keleha bergirîya kurdiniye û mafên Kurd e û navenda perwerdekirina pêþmerge ye!
Nivîskar: Editor Di: 28.02.2010 Sehet: 12:14
Ji aliyê Editor

Mesrûr Barzanî - Peyamner

„PDKê sala 1975 xwe û þoreþa xwe kir qurbaniya Kerkûkê, îro jî ji vê re amade ye!“

Doh berî nîvro di demjimar 11:00ê de, di çarçoveyê propagandayên hilbijartinan de, Liqa duyema PDK bi amadebûna cemawerên xwendevan, genc û jinên nava bajêrê Hewlêrê, semînarek li dîwana þehîd Se`ed Ebdullah bi endamê polîtburoya PDKê Mesrûr Barzanî re saz da. Mesrûr Barzanî wek endamekî politburoya PDKê peyamên gelek girîng axaft. M. Barzanî balkiþand ser girîngiya hilbijartinên Meclisa Iraqê û bi hêzbûna Kurdan li Bexdayê. Ji vê girîngtir, M. Barzanî bi du peyamên dîrokî iþaretê girîngiya bajarê Kerkûkê kir û bersiveke gelek hiþk da wan dorberan yên ku zimandirêjiya rola pêþmerge dikin û ji bo destanîna çend dengên zêde dikarin bi her aliyekî dijminên doza Kurd û Kurdistanê re hevkariyan rêkbixin! Teksta xeberê li jêr e:

„Mesrûr Barzanî gotarek pêþkêþ kir û tê de ronahî da ser giringîya evan hilbijartinên parliyamenta Iraqê û giringîya beþdarîya xelkên herêma kurdistanê ya di evan hilbijartinan de.

Mesrûr Barzanî di evê gotara xwe de da nîþandan, ku divê nûnerîya kurd li Baxdadê xurt be û divê ew kandîdana bihên hilbijartin, ewên ku dilsoz in û bi þiyan in.

Mesrûr Barzanî weha jî da xuyakirin, ku kandîdên PDK yên ku niha di nava lîsta hevpeymanîya kurdistanî de ne, bi pirs û raya hemû bingehên cemawerî hatine destnîþankirin.

Ji alîyekî din ve Mesrûr Barzanî got, ku herçiqas demokrasî li herêma kurdistanê li pêþ bikeve, ewqas jî doza kurd ber bi pêþ ve diçe û þûna kurd bi hêz dibe.

Di evê gotara xwe de Mesrûr Barzanî behsa sistema federalizmê kir û weha jî got: em çend kursîyên bêtir jî li parliyamenta Iraqê bi dest ve bihînin, em her nabin pirranî.. ji ber evê yekê, divê em tekezîyê li ser mijara hevparîya di desthilatdarîyê de bikin.

Di beþekî dinê evê gotara xwe de Mesrûr Barzanî got, ku yekrêzîya gelê kurd pêdivê ye û divê hemû alî, li ser pirsên neteweyî xwedî yek hilwestî bin.

Di evê gotara xwe de Mesrûr Barzanî rexne li ewan alîyan jî girt, ewên ku ji bo armancên xwe yên siyasî dîrokê þaþ didin nîþandan û nav û dengê kes û partîyan xerab dikin.

Di bareya pirsa kerkûkê jî de Mesrûr Barzanî got: tenê sozdan ne bes e.. PDK bi kiryar daye xuyakirin, ku ew amade ye ji bo kerkûkê qurbanîyan pêþkêþ bike.. PDK di sala 1975 de xwe û þoreþa xwe li ser kerkûkê danî.. niha û di ayinde jî de em amade ne, ku em xwe qurbanî kerkûkê bikin.

Di bareya bajêrê Hewlêrê û hilbijartinan jî de Mesrûr Barzanî got: em weha dibînin, ku Hewlêrê keleha kurdînîyê û serfirazîyê ye.. Hewlêrê keleha bergirîya di ber mafên kurd de ye.. Hewlêrê navenda perwerdekirina pêþmerge ye.. Hewlêrê paytextê herêma kurdistanê ye û dê her serfiraz bimîne.

Di dawîya evê semînarê de Mesrûr Barzanî got: prosesa guherînê ne bi diriþmekî ye û ti tiþt bi þev û rojekê nahê guherandin.. em jî rojane di nava guherînan de ne.. em rojane ezmona xwe ber bi pêþvetir ve dibin.. heger gilî û gazinde û kêmanî jî hebin, em dê wan bi hev re çareser bikin.“ (pna)



 
  Lînkên pêre
· Zêdetir Güncel
· ji Editor


Nûçeya herî zêde hatiye xwandin li ser Güncel:
PDK-Bakur li Almanya þehîdên Kurdistanê bibîranî

  Puandana nûçeyê
Puan liserhev: 5
Deng: 2


Tika ye, vê nivîsarê binirxîne:

Şahane
Gelek baş
Baş
Ne baş, ne xerab
Xerab

  Alternatîf

 Li ser kaxezê çap bike Li ser kaxezê çap bike

 Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne

Nûçeyên din ...

Güncel

"Têketin" | Logîn/Navnivîsîn | 0 Nêrîn
Her şanderek berpirsê nêrînên xwe ye. Em berpirsyariya nêrînên çi kesekî nagirin ser xwe.
www.pdk-bakur.com

PHP-Nuke Copyright © 2004. This is free software, and you may redistribute it under the GPL.

Ravakirina Malperê: 0.18 Saniye