PDK-Bakur sersaxiyê ji bo endamê Meclisa KADEPê dilovan M. Îhsan Elçi dixwaze.
Nivîskar: Editor Di: 27.02.2010 Sehet: 22:11
Ji aliyê Editor
 Endamê Meclisa KADEPê M. Îhsan Elçi-yê birayê Şerafetîn Elçi wefat kir Doh şev li Enqereyê endamê Meclisa Kadepê M. Îhsan Elçi, birayê serokê KADEPê birêz Şerafetîn Elçi bi sekta dil wefat kir. M. Îhsan Elçi 69-salî bû û du zarokên wî heye. Li gor agahdariyên gîhane me, meyitê merhum Îhsan Elçî li ser daxwaza zarokên wî îşev li Enqereyê hat defn kirin. Wek tê zanîn malbata Elçi xelkê Cizîra Botan-in, malbatekî kurdperwer û bi navdar in. PDK-Bakur, ji malbatê û camia KADEPê re sersaxiyê û sebirê dixwaze û em dibêjin cihê merhûm kek Îhsan jî bila buhuşt be.
xxx
|
|
| |
|