
LÎSTA GORAN Û HEVPEYMANİYÊN Bİ DİJMİNÊN KURDİSTANÊ RE
Li qezaya Dûz lîsta Goran û Enîya Turkmanên Iraqê, bi hevdu re bangeşeyên hilbijartinan dikin û li ser vê yekê welatîyên deverê dilgiran in. Hin agahdarî hene ku Lîsta Goran bi Lîsta Hedba (Mûsil) û Lîsta El-Iraqiyê re jî hevkariyê dike. Qewimîneke herî xerabtir, roja 23ê sibatê parlamenterekî ser bi Lîsta Goran hêzên Pêşmerge wek „milis“ bi nav kir, ku ev bû sedemê rekaviyeke tund. Serokê Kurdistanê bi xwe di gotara xwe ya li kongreya Yekitiya Qutabiyên Kurdistanê de bi hişkayî bersivê da van zimandirêjiyan û balkişand ku dê qet rê nede heqaretên dijî Pêşmerge û got:“ Heqaretkirin li pêşmerge ji hemû xiyanetan xirabtir e û yên ku heqaret li pêşmerge dikin cihê wan li Kurdistanê nabe.”
Dirêjahiya xebera Lîsteya Goran û hevpeymaniyên wê ne bixêr:
„Li nava bazara qezaya Dûz, alayên Goran û Enîya Turkmanên Iraqê bi hevdu re hatine daliqandin û ji ber evê yekê jî, xelkê deverê dilgiranî û nerazîbûna xwe didin xuyakirin.
Her di evê bareyê de hevwelatîyekî bajêrê Dûz ê bi navê Aram Sa`îd, li ser evê mijarê wiha dibêje : ya ku lîsta Goran dike ti cudabûnek li gel kiryarên Be`sîyan û şovenîstên Ereban nîne.. ji ber ku Enîya Turkmanên Iraqê, bi hemû şêweyekî û bi tevahîya şîyanên xwe, dijayetîya mafên rewayên Kurd û Kurdistanê dike.
Hêjayî gotinê ye, berî niha jî hatibû ragihandun, ku lîsta Goran bi lîsta Eliraqîye û lîsta Hedba re, di bareya prosesa hilbijartinan de dan û stan kirîye û ji bo ku serkevtinê di hilbijartinan de bi dest ve bihîne, bi evan alîyan re hevpeymanîyek veşartî pêk anîye.
Doh jî parliyamentarekî ser bi lîsta Goran ve di dirêjîya pêngavên ne rastên xwe de û li dijî berjewendîyên bilindên neteweyîyên Kurdistanê, di daxuyanîyekê de ragihandibû, ku hêzên pêşmergeyên Kurdistanê „Milîs“ in.
Ev daxuyanîya han bûye egera nerazîbûna hevwelatî û pêşmergên Kurdistanê û ji alîyê pêşmergeyan ve xwepêşandan hatin sazkirin.
Lîsta Goran jî, ji alîyê kompanyaya Wişe ve ya ku bi serokatîya Newşîrwan Mustefa ye, beşdarîyê di prosesa hilbijartinên parliyamenta Iraqê de dike. (pna, 24-Feb-10)
Ligor agahdariyên ajansan PÇDK ku wek partiyeka nêzîkî PKK tê nasîn, li Suleymaniyê piştgiriya Qadir Azîz dike, li Hewlêr, Duhok û Musilê piştevanê Lîsta Goran e. Li Selahedîn û Anbarê ku ti giraniya Kurdan lê nîne, qaşo piştevaniya Lîsta Hevpeymaniyê dike! Çavdêrekî bi heyr dibêje: ‚wisa xuyaye li van deveran PÇDK dê ji baasiyan daxwaza dengan bike ji bo piştevaniya Lîsta Hevpeymaniyê‘! Û gotinên xwe wisa bi dawî tîne: „Mixabin PÇDK alîkariya Kurdistaniyan nake yên ku dê berevaniyê di ber mafên Kurdan de bikin. Dengên wan helbet pir kêm in, lê ya muhîmtir helwest e“.