
„HERİN SER SENDÛQAN, DENGÊ XWE Bİ KAR BÎNİN“
Serok Barzanî berî çend rojan di kongreya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê de ku ev ev heman demî kongreya yekgirtina zanayên olî yên Kurdistanê bû, axaftinek girîng pêşkêş kir. Serokê Kurdistanê di vê gotara xwe de bal kişand ser girîngiya beşdarbûna hilbijartinê û dendanê, daxwaz kir ku hemû hevwelatî herin ser sendûqan û dengê xwe bi kar bînin. Ji bo bihêzkirina zihniyet û zanîna demokrasiyê ev girîng e. Heman demî careka din bi zelalî pirsên nabeyna Kurdistanê û Baxdayê bi nav kir. Balkişand ku ji bo serkevtinê, ji bo cîbecîh kirina mafên destûrî pêwist e, aliyê Kurd bihêz ji vê hilbijartinê debiçe. Mijara Kerkûkê, statûya pêşmerge, şirîkatiya desthilata siyasî, dabeşkirina dewlemendiyên Iraqê û Kurdistanê û mijarên din, her yek xalên girîng di gotara Serokê Kurdistanê de cîh digre. Hemî teksta axaftinê li jêr e:
„Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Mamostayên birêz
Silav û rehmet û bereketa xwedê li we bin
Ji bo vê vexwendinê gelek gelek spasî cenabê we dikim ku li vir amadebim û li xizmeta we da bim, cihê şanaziye ji bo min, gelek xweşhalim ku ev derfet ji bo min rexsa. Ev hengava we hengaveke pîroze û pir bi dil pîrozbahiyê li we dikim ku kongreya Yekgirtinêye û bi hêviya xwedê îsal sala yekgirtina hemû dam û dezgehên Herêma Kurdistanê dibe. Hun jêdereke girîngin, dema jêder bê girift be gelek asane, wê demê cogeleke, eger girift jî hebe dikare bête paqij kirin.
We li dîroka tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê da roleke yekcar mezin û girîng dîtiye çi li berê û çi li niha li paşarojê jî her ev rol ji we tê çaverê kirin. Li şoreşa eylûl da mamosta û zanayên olî roleke gelek serekî li hişyar kirina gelê me da we dît ji bo amadekirina xelkê Kurdistanê ji bo bergirî kirina li şeref û keramet û nîştîmana xwe ku bandereke gelek zêde hebû. Gelek mamostayên wiha hebuye li gel Pêşmerge li senger çek hilgirtiye. Niha jî her wiha wekî cenabê we dizanin xebata gelê me berdewame, lê belê awayê xebatê guheriye xwedê zêde bike em ji çek rizgar bûn niha şerê dengdane şerê destûre şerê yasaye şerê ole dîsa hun dizanin li vê qonaxê jî rola serekî bibînin.
Li Hilbijartineke çarenûssaz de canebê we dizanin hilbijartin li pêşiya meye gelek nemaye, ev hilbijartin jî ji bo gelê me hilbijartineke çarenussaze. Hêvîdarim yekgirtina zanayên olî bibe handerêk ji bo wê yekê ku bandoreke erênî li ser hilbijartinan de hebê û xelkê me hişyar bikin ku berev sindûqên dengdanê ve biçin.
Mamostayên birêz..
Axaftina we ji bo hemû take keseke Kurdistanê cihê rêz û teqdîre, ez daxwaz ji we dikim her kes li cihê xwe de daxwaz ji xelk bike ku berev sendûqên dengdanê ve biçin û xelk azade ku dengê bi kî bide. Daxwaz ji wan bikin deng bi wan kesan bidin ku dizanin xizmeta ol û gel û nîştîman dike û ew bi xwe qena'etê bi kî hebe kî dikare vê erkê bi cih bigihîne bila deng bide wî, lê belê girîng eweye biçin sendûqa dengdanê. Çiqas singa Kurd bi hêz be li Bexda ewqas dikarin bergirî li doza xwe bikin û ewqas destketên me biparêzîn û destkeftê din jî bi dest bînin. Divê hûn şîretê bikin şîretê xelkê bikin çawa reftarê bikin, ez jî ji aliyê xwe ve daxwaz ji hemû dezgehên Herêmê dikim li Pêşmerge û polîs û asayîş ku azadiyê ji bo xelkê dabîn bikin ku li keş û hewayekî azad û li rewşeke azad û pir li ewlehî û asayîş de xelk azadane biçe ser sindûqan û deng bide.
Ji bo me ewe girîng e ku yek helwest bîn. Dibe ku lîsta cuda û nêrînên cuda hebe dikarin li nav Parlemena me da şerê nav Parlemen jî bikin, lê belê ku gihişte pirsgirêka neteweyiya me bêguman pêwîste yek helwest bîn wê demê bêguman em hemû pêwîste li bîra tişteke din bikin û dakokî li ser wê yekê bikin çawa bergirî li hebûn û nebûna xwe bikin û destkeftên xwe biparêzîn. Hevpeymaniya me li gel aliyên din piştî hilbijartinê dibe, lê belê merca me eweye her aliyeke ku hevpeymaniyê li gel bikîn divê girêdayî destûrê be û baweriya wan bi Iraqa Federal û demokrat hebe em nikarîn li gel hinek kesan û xelkên şovênî hevpeymaniyê bikîn, ji ber ku me tu tişteke hevbeş li gel wan da tune. Her wiha wekî ku min got dibe ku em çendîn lîste bîn, lê belê nabê çend helwest bîn û ez li vir da bi pêwîstî dizanim spasî hemû hizb û aliyan bikim, ji ber ku wekî ceribandinekî dema meseleya hilbijartin hate holê pêwîstî bi wê yekê kir em wekî Kurd yek helwest bîn, spas ji bo xwedayê mezin hemû hizb wê soza ku bi min dan dema ku ez ligel wan runiştim gelek bi emanet ve bi cih gihand û hemû yek helwest bûn. Eve cihê şanaziye û hêviya xwedê li paşarojê de jî her wiha dibe.
Em û Bexda
Rêzdaran...
Me Kurd, Me Kurdistanî li rûxandina rejîm û piştî rejîmê jî ji bo binyadnana Iraqeke nû rolekî serekî dît. Her piştî rûxana rejîm ez li gel cenabê Serok Komar cenabê Mam Celal û birayên din rêberên hizbên din çendîn car min sefera Bexda kir me hemû hewlek da ku ew derfete ji bo hemû Iraq û bi taybetî ji bo Kurdistanê ji dest neçe û Iraqeke Federalî demokratîka rasteqîne dabimezrînîn. Me beşdarî li proseya siyasî kir her li roja yekem ve heta wekî îro. Em beşeke damezrînerê Hikûmeta Iraqa nûne, raste me girift heye diyare eve rastiyeke rûne û neveşartiye) ( Dema desthilata reha kete dest her aliyek diyare giriftê din jî lê dikevê. Hê jî em wekî xelkê Iraqê ji wê ferhengê rizgar nebuye ku divê hukmeke navendî û totalîterî hebê. Eve jî li rastiyê da zemana wî nemaye. Em beşekîn ji Hikûmet neku ewê em wekî caran mu'areze bîn û ya li çiya bîn û şoreş li dijî Hikûmeta Bexda bikîn. Serok Komara Iraqê Kurde Cîgirê Serok Wezîr Kurde çendîn Wezîr Kurdin, lê belê em dixwazin hevbeşiyeke rasteqîneya hevseng hebe. Heta Iraq xwedî vê destûrê be em girêdayî vê Iraqê ne û li berjewendiya me daye, hakem li navbera me da destûre em tu demek bîra wê yekê nakîn rojek ji rojan mîlletê Kurd tûşî karesat û şer bibe, ji ber ku zemanê şer nemaye û bi hêviya xwedê şer û karesat rû nede.
Şerê me destûre, çekê me destûre ew şerê pê dikîn tifeng û RPG û top nîne, çek û tifengê me destûre û yasaye. Me mafê xwe li destûr de çespandiye ji bo wê yekê her bi wê destûrê bergiriyê li xwe dikîn, lê belê bi tu awayek em ne amadene dev ji wan hemû qurbaniyên ku mîllet daye berdîn û li ser meseleya serekî û stratejiya xwe bikîn. Ez bawer nakim niha dema wê mabê li gel vê hikûmetê bikarîn wan çend giriftên ku hene çareser bikin, lê belê hêvîdarim piştî hilbijartinê bikarîn hevpeymaniyeke rast û dirust bikîn û çareseriyeke guncaw ji bo wan hemû pirsgirêkan bidozîn.
Berî li destnîşan kirina xalan jî hez dikim ewe bibêjim ku helwêsta me pêşwext bi beramber tu kesekî nîne. Li rastiyê da gelek ji wan hevpeymaniya mene û niha jî hevpeymaniya mene eger her cudahiyek jî me hebê wateya wê ewe nîne cudahiyê li ser meseleyeke hevpeymaniya me têk bide. Dibe ku niha gelek ji wan li gel me dabin û bi pêkve me xwîn daye bila ev yek ji bîra me neçe ku bergirî kirinê mîlletê Kurd kiriye û helwêsta xwe hebuye. Raste hinek kesên şovênî hene niha jî wisa dizanin ewê li ser Kurd da hatiye kême û diviya zêdetir bibe. Lê belê gelek xelk jî hene helwesta wan cudaye û piştgiriya me dikin û dostên mene û hevpeymaniya mene. Ew giriftên me yên li gel vê hikûmetê de em negihiştin wê yekê ku sedema çareseriyê jî gelekin.
Meseleya maddeya 140
Bawer bikin li dema dariştina destûrê de li gel birayên din bi partiyên din li gel cenabê Mam Celal em bi pêkve çun. Hinek caran heta nimêja sibehê guftûgo berdewam dibû. Em zêdetirê mehekê mijulî guftûgoyan bun. Di der barê vê destûrê xala herî girîng ji bo me maddeya 140 bû ku wisa kir em vê destûrê qebûl bikîn. Em nikarin hemû rojek biçin gûftugo di der barê destûrê ve bikîn û destûreke nû daynin, paşê vê destûr xistine ber dengdanê û % 85 ê Iraqê dengê xwe dayê ku wate şer'iyetêke zêde ya bi hêz heye.
Maddeya 140 baştirîn çaresere ji bo wan navçeyên veqetandî ew girift jî tenê li Kurdistanê da nîne, ji ber ku girifta sînûrê îdarî ya navîn û gelek cihên dinê Iraqê jî da heye. Lê belê bi nîsbeta me ve li Herêma Kurdistanê em gelek bi eşkere dibêjin eger hez dikin ji bo rastiya dîrokê û cografî ve vegerin dosyeyên serdema Osmaniyan li ku nivîsiye Kurdistan eve sînûrê Kurdistane hez jî dikin vedigerîn li ser nexşeyên berî Osmaniyan ew nexşe jî Ewrûpayiyan dirust kirine an jî yê serdema dagîrkerê Brîtanî ya Iraqê ne, çawa hez bikin em amadene ji bo wan dosyayên vegerîn. Hez jî bikin her wiha li maddeya 140 jî da hatiye bila raya xelkê wergirin li derveyê destûr me tiştek negotiye û yasa û eqil û lojîk bê. Dema xelkê Kerkûk an Xaneqîn û Şingal û Mexmûr û Zummar û her cihek bi zêdetirê deng bidin bo ku biçin ser Herêma Kurdistanê pêwîste rêz li îradeya wî xelkî bigrin. Eger biryar jî dan ku em naxwazin, em rêz li raya wan digrîn û mecbûrîn. Lê belê ku me qebûla asayîkirina pêvajo û serjimêrî û referandumê kir. Ji bo wê yekê nebuye ku me guman li Kurdistanîbûna wan navçeyan li wê demê û niha û heta dinya jî mabe heye ew navçe Kurdistanin û beşa herî ezîzên Kurdistanîne, lê belê bo ewe bû aliyên din qena'et bikin bi çareseriya giriftek ku bi salene hoya hemû şeran bû li gel rejîma yek li dawiya yekên Iraqê û dawiya wan pirsgirêk û wan meseleyan be. Em razî buyîn me got başe hez dikin vedigerîne rastiya dîrokê û cografiyan hez jî dikin vedigerîne li ser raya gel. Lê belê pêwîste rêz li raya vî xelkî bigrin li her biryarek ku dide niha jî em li ser heman rayîne û tişteke din li şûna wî qebûl nakîn û heta zûtir ev mesele bête çareser kirin li berjewendiya Iraq û Herêma Kurdistan û navçeyê jî daye. Dema ev mesele çareser nabe berevajiya wê aloztir dike. Ji bo wê yekê em li gel Hikûmeta nû piştî hilbijartina vê meseleyê bi meseleyeke herî cîddî ya xwe û ewlewiyata herî serekiya xwe dizanîn. Divê dawiya vê meseleyê bê, ji ber ku paşxistin aloziyeke zêdetir bi xwe ve digre û dibe ku bigihe encamek ku li berjewendiya tu aliyek da nebe.
Meseleya Qanûna Neft û Xaz
Rêzdaran...
Biborin her çiqas ez dema we digrim, lê belê hez dikim hûn îcaze bidin li ser qanûna neft biaxivim da ku ji bo we ronahî bikim. Li gor destûr neft û xaz mulkê hemû gelê Iraqe belê em razîne û eve tişteke raste, dahat jî ji bo hemû xelkê Iraqe ji wê jî me tu astengek nîne.
Cudahiya me li ser qanûna dahate
Wekî cenabê we jî dizanin beşa me wekî Herêma Kurdistanê % 17 ye. Bêguman eve jî bi biryareke siyasî bû. Li gor me eve kême ji ber ku rêjeya Kurd % 17 nîne, ji ber ku gelek zêdetire, lê belê ji ber ku navçeyên veqetandî hê jî nehatiye ser Herêm, ji bo wê yekê pêwîste serjimêriyeke hur bêkirin wê demê rêjeya me çiqas be em razîne, lê belê eger ji bo serjimêriya sala 1957 vegerin ku tenê serjimêriye li Iraq dûr li her bu'dêkî siyasî hatiye encam dan. Li gor wê serjimêriya niha rêjeya Kurd li navbera % 25-%30 daye. Bi her hal rêjeya me her çiqas be em li gor serjimêriyeke hur û rast û pak û bêpirsgirêk pê razîne. Em dibêjin beşa me çende? % 17 ye, li gor raportên Wezareta Neft ku ji bo me tê hêviya me ewe bi hêviya xwedê heta sala 2011-2012 rojane yek heta du milyon bermîl neft dikarîn bîşînin derve û hemû diçe xezîneya Iraq û beşa me % 17 e. Lê belê em dibêjin ew rêje biçe hesaba Herêma Kurdistanê û Wezaretek û dezgeheke Hikûmeta Federal nikare wekî kartek li dijî me bi kar bîne û hikum pêbike, ji ber ku gelek car wiha buye meseleya budce wekî karteke zext kirinê bikartînin û eziyetê didin me û bandorê li ser bernameyên Herêmê ve dibe, bila li jêr çavdêriya darayî jî be girift nîne, lê belê kes nikare hikumê bi beşa me bike. Her demek ku bixwaze bîşîne û her dema ku nexwaze jî neşîne. Eve meseleyeke girîng û demdirêje da ku bizanîn çawa îş û karê xwe birêve bibîn eve mafeke asayî ya meye û xîlafa me li ser vê ye. Hêvîdarim bikarîn eve jî çareser bikîn.
Meseleya Pêşmerge
Meseleyeke din meseleya Pêşmergeye ku li gor destûrê hêzeke destûriye û bi navê pasevanê Herêmê dibe û dibe beşek ji sîstema bergiriya Iraqê. Eve çendîn care li ser vê yekê bi rêk ketîne, ji aliyê Hikûmeta Federal ve nehatiye bi cîh kirin hêvîdarim ev mesele çareser bibe û çawa ku îro em kongreya yekgirtinê dibestîn pîrozbahiyê li we dikim û bi hêviya xwedê serkeftî dibin. Ez dixwazim bi cenabê we rabigihînim Pêşmerge dibe Pêşmergeya Kurdistanê û yek leşker dibe û dezgehên Pêşmerge û polîs û asayîş hemû yek dibin û bi hêviya xwedê îsal wekî ku min pêşkêş kir dibe sala yekgirtina dam û dezgehên Herêmê.
Beşdariyeke Rasteqîne
Meseleyeke dinê gelek girîng ji bo me dabînkirina beşdariyeke rasteqîneye, eger bi hevpeymanî nebe em nikarin qebûl bikin bi zêdeyî û kêmîneya deng li Parlemen biryar li çarenivîsa me bêdayîn. Ji ber ku li vir da em herdem têkçûne û ew rêjeya me tûne li meseleya çarenivîsan da gelê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê li Parlemena Kurdistanê da biryarê li ser dide. Ewê li destûrê da hatiye pejirandin nabe destkarî li ser bê kirin eve jî pêwîste bi tewafiqî be Iraq pêwîstiya vê ye her çiqas ez nizanim ka heta kengê û çiqas pêwîstî pêye, lê belê Iraq pêwîstî bi hukmeke hevpeymanî heye, ji ber ku yek alî nikare hukma Iraqê bike û em Kurd û Kurdistanî hejmareke bingehîne li vir da û li vê pirsgirêk da. Ji ber wê yekê ez hêvîdarim bikarîn van pirsgirêkan bi hêviya xwedê çareser bikîn wekî ku min got hekemê li navbera me da destûre.
Pêwendiya li gel cîranan da me pê xweşe ku pêwendiyeke baş me li gel wan da hebe û spas ji bo xweda gelek ji wan pirsgirêkan niha hatine çareser kirin û niha pêvajo berev baştir diçe û hêvîdarim ew pirsgirêkên ku mane bêne çareser kirin.
Ewlewiyata me hez dikim bi eşkere bibêjim çi berpirsiyarêtiyeke mezin ketiye ser şana min wateya wê sondê ku min xwariya jî dizanim ku wateya wê çiye.
Bi nîsbet ez hemû takekê ku kî deng bi min dabe an na dijî min be, li gel min be keyf bi min bê an na, ez wekî bi birayê xwe û keça xwe û kurê xwe dizanim û ez bi xwe bi berpirsiyar dizanim beramber bi jiyan û bexteweriya wan hemû kesên ku li Kurdistanê da dijîn ji bo wê yekê hêviya min eweye berî li hemû tiştek asayîş û aramî û kerameta hemwelatiyên Kurdistanê parêstî be.
Kurkirina ruhê birayetî, careke din dibêjim dibe ku çend hizb û çend lîsteyek bin, lê belê divê yek helwest bin bi taybetî li Bexda li meseleyên neteweyiyan da. Çareseriya pirsgirêkan li gel Bexda li gor destûre, handana kompanyayên derve bo ku bêne li Kurdistanê veberhênanê bikin.
Li serdana hemû navçeyên Kurdistanê jî berdewam dibim ji bo ku ji nêzîk ve bi çavê xwe pêvajoyê bibînim û bi guhê xwe bîbhîsim ku çi dixwazin û çi pêwîstiya wane. Heta niha min serdana navçeyên Mêrgesor, Rewandiz, Pişder û Bêtwênê kiriye. Bi rastî nizanim çawa şîroveya wê rewşê bikim ku min dît û bi rastî bandoreke mezin li min kir û bi wî xelkî ku li hizra min da nebû. Carê daxwaz û dawakariyên wan ewqas sade bû ku min hizir nedikir. Bi vî awayî be paşê pêşwaziya wan ewqas birayane bû ku yek li bin bandora wê dimîne. Ev xelkeke bêbeşin ji gelek tişt gileyî jî bikin gileyê wan li ser qebûle, lê belê ewqas bese ew heta niha bi rihê fedakariyê têda mane û welat bi welatê xwe dizanin. Ji ber ku îddîaya wiha hebû xelk tu întîma û pêwendiyeke bi vî welatî ve nemaye eve jî bo min cihê xweşhaliyê bû min soz da wan û bi hêviya xwedê sozan cih bi cih dikin û li gel Hikûmeta Herêmê daxwazên wan cih bi cih dikin û bi hêviya xwedê ew bername jî berdewam dibe û serdana hemû navçeyan dikim. Ez soz nadim her çi bê xwestin bi cih bikim her çiqas mafê wane, lê belê soz jî didîn her çi ji destê me bê bikîn.
Ji hemûyan jî girîngtir eweye divê xelkê Kurdistanê ji wê yekê dilniya be xwîna Kurd careke din bi destê Kurd ve narije eve li hemû tiştekî girîngtire û ez daxwaz ji we yên birêz dikim piştgîriya me bikin ku ew daxwazên me bi cîh bibe.
Hun jî mamostayên birêz!
Şîretê li me bikin karê we ye ku hun şîretê li me hemûyan bikin hun divê şîretê li me bikin wekî birayê mezin ji mere bibêjin eve başe û eve xerape û dakokî li ser kurkirina çanda pêkve jiyan û azadî olî û birayetî û fireh olî û mezhebî bikin. Hun divê eve li nav xelkê da dûpat bikin, ji ber ku axaftina me bandora xwe heye em xelkê Kurdistanê bi vê yekê hatine naskirin û bi vê yekê jî rêzeke yek car zêde li derve heye li hemû cihek ku em mîlletêkîn baweriya me bi çanda pêkvejiyanê heye. Her 3 ol (Musilman, Mesîhî, Cihû) pêkve dijiyan li yek dê, bê cudahî eve şanaziyeke mezine bi dirêjahiya dîrokê jî tu demek Kurd li ser ol zordarî lê nehatiy kiriye û ez bawerim mîlletê Kurd yek ji wan mîllete ku bi dilê xwe îslam qebûl kir û gelek birêz ve îslam û qurana xwe parast bi berevajî hemû mîlletan. Ji bo wê yekê em xwedî dîrokeke pir serwerîn ku şanaziyê pêve dikîn û divê bîparêzîn. Çi li ruyê olî çi li ruyê siyasî em nabê bitirsîn tu tiştê baş bike li xelkê din netirsê dema te tiştê xerap kir wê demê tiştê din dirust dibe zulim û zorî jî hezar sal berdewam dibe encama wê diyare çiye. Ji hemûyan jî girîngtir eweye ku em xelkê xwe bi bîr û baweriya ol û nîştîmanî û neteweyî perwerde bikîn.
Li dawiyê de dixwazim bibêjim ku min baweriyeke baş bi we yên birêz heye ku hun dikarin roleke bi bandoreke mezin bibînin li encamê jî da hemû tiştek bi destê xwedaye, lê belê em jî divê erkê xwe bi cih bigihînîn. Em nikarîn bi zorê tiştan li ser xelk da ferz bikîn, lê belê bi kiryareke baş dikarîn xizmeta xelk bikîn û eve pêwîste hinek car mumkîne hinek tişt bê kirin, lê belê li gel wê yekê ninim ku li ruyê ol an siyasî hinek tişt bi ferz bêne kirin. Paşê ezmûna rejîma Be'esê me li ber çavê meye û eve rastiya wê axaftinê diselmênê ku nabê tişt bi zorê bêne ferz kirin, her wiha li dawiyê de jî li ber çav bû ku ew ayete pîroz li ser da diselmênê (Totî almlik min tişau utinz' almilk mmin tişau u t'ez min tişau utjil min tişau). Li encamê da hemû tiştêk bi destê xwedaye û hilbijartin jî bi destê mirove, hilbijartina me jî eweye li xizmeta mîllet û nîştîman û ola xwe da bîn û careke din daxwaza serkeftinê ji bo we dikim û her serkeftî bin.
Gelek spas (Jeder:krp)