Ji welat û derveyê welat ji bo roja zimanê dayikê daxwaz û banga perwerda bi zimanê kurdî
Roja zimanê dayikê li tevayê cîhanê bi çalakiyên cewaz tê pîrozkirin. Di vê çarçoveyê de li bakurê Kurditanê, bajarê Sêrtê jî gavek pir bi wate tê avêtin û li ser pirsê panelek mezin lidar dikeve. Li Stockholmê jî Federasyona Komeleyên Kurdistanê bi daxuyaniyekî balkişand ser daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî. Li Amedê banga Tevkurdê û çalakî...
21 sibatê ji bo gelek welatan ji awira nirx û cihê zimanê dayikê ve rojek taybetî û giring e. Di 21 ê sibatê de li gelek deveran pirsa zimanê dayikê dibe cihê niqaşan û çalakî pêk tên. Li bajarê Sêrtê jî, şaredariya bajêr û niwêneriya Egitim-sen ya Sêrtê bi hev re panelekî organîze dikin. Mijara panelê “Cî û giringiya zimanê dayikê” ye.
Panel di 21 sibatê li salona Şaredariya Sêrtê, saet 14.oo an pêk tê. Rojnamevan nivîskar Evdile Koçer û lêkolînêr Evdile Gurgen di panelê de li ser nirx û cihê zimanê dayikê û rewşa zimanê Kurdî dê kûr bibin. Moderatoriyê panelê ji aliyê rojnamevan nivîskar Izzettin Oktay ve tê kirin.
Şaredariya Sêrtê li ser pirsê dîtina xwe wisa anî zimên: Di panelê de mijarek pir giring tê niqaşkirin. Panel û mijara wê dê şahiya li bajêr geştir bike.
EuroKurd News – eurokurd.net
*****
TEVKURD AMED - BANG Û AGAHDARÎ!
Bi wesîla “Roja Zimanê Zikmakî” ya ku ji aliyê Rêxistina Yekîtiya Miletan ya Perwerdê, Zanyarî û Çandê (ÛNESCO) ve hatiye îlan kirin, em ê li Diyarbekirê bi şîara “Zimanê me hebûn û rûmeta me ye!” û “Asîmîlasyon sûcê dijî mirovahiyê ye!” rêze çalakiyên li jêr organîze bikin. Li vê gorê:
1-Roja 21-ê Sibatê saet di 12.30-an de li ber avahiya AZC-Plazayê (Ofîsê) daxwiyaniya kîtlewî ya medyayê û vekirina pankart-filemayan li ser grîngiya rojê,
2-Li seranserê Diyarbekir bi grûbên kîtlewî belavkirina 10.000 belavokên Kurdî (kurmancî û kirdkî),
3-Li ser navê komela, rêxistinên siyasî, sivîl û sosyal ji bo parastina mafê zimanê Kurdî û şermezarkirina polîtîkayên asîmîlasyonê rêkirina daxwazname/dîlekçeyan ji bo dewlet û rêxistinên navnetewî,
*Di dema daxwiyanî û belavkirina belavokan de hildana pankart/filema û pêşmalkên li ser grîngiya mafê zimanê zikmakî û şermezarkirina asîmîlasyonê.
Em, banga li zimanê xwe xwedî derketinê li hemû Kurdan û teref-aliyên siyasî-sivîl û mafparêz dikin.
16 Sibat 2010 Diyarbekir
TEVKURD
(Tevgera Yekîtiya Neteweyî ya Kurd)
*******
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS), bi minasebeta 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navnetewî daxuyanîyeke wiha belav kir:
“Roja Zimanê Zikmakî” ji aliyê Rêxistina Yekîtiya Miletan ya Perwerdê, Zanyarî û Çandê (ÛNESCO) ve di 17ê Mijdara 1999ê de wekê roja makzimanan hat qebûlkirin û cara yekem di 21ê Sibata 2000î de hat pîrozkirin. Û ji wê tarîxê vir ve êdî bûye tradisyoneke navneteweyî û li seranserî cîhanê wek rojeke makzimanan tê pîroz kirin.
21ê Sibatê herweha ji aliyê Netewên Yekbûyî(NY) wek rojeke dijî kolonyalîzmê hatiye qebûlkirin û di vê rojê de kolonyalîzm tê şermezar kirin.
Ev herdû roj jî ji bona kurdan bi wate ne. Welatê Kurdan, Kurdistan hîn jî kolonî ye û miletê kurd di bin nîrê Tirkiyeyê, Îran û Sûriyeyê de ji hemû mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bê par in. Zimanê kurdî di bin sîstema kolonî ya van dewletên serdest de hin bi fermî nahê qebûlkirin û di sîstema perwerdeya van dewletan de ciyê xwe wernegirtiye.
Li Tirkiyeyê herçiqas di çerçweya berendambûna Yekîtiya Ewrûpayê de hin gav hatine avêtin jî (wek TRT Şeş) lê hukmet û dewleta Tirk bi israr li dij e ku kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Hukmeta AKPê herçiqas bi navê ”Vebûna kurd”� dest bi pêvajoyekê kiriye jî lê di nav planên wê de ji bona ku zimanê kurdî bibe zimanekî perwerdeyê cî nagire û ev di rapora xwe de jî eşkere kiriye.
Serokwezîrê Tirkiyeyê Tayyib Erdogan di 10ê Sibata 2008ê de li Almanyayê got ku; ”Asîmîlasyon li hember mirovayê sûcekî mezin e” Lê eynî Erdogan û hukûmeta wî, bi navê dewleta Tirk, sûcekî mezin yê asîmîlasyonê li hember zimanê Kurdî dikin; ji ber ku wexta zimanekî ku di nav sîstema perwerdeyê de neyê bi kar anîn, hingê ew zimên eşkere tê qetilkirin. Îro li Tirkiyeyê li ser zimanê Kurdî ev tê kirin. Dewleta Tirk bi hemû hukûmet û mekanîzmayên xwe ve, ev nêzîkî 90 sal in vî sûcî li hember zimanê Kurdî dikin.
FKKS bangî dewletên serdest yên kurd di bin nîrê wan de ne dike ku ew hebûn û nasnameya kurdan bi fermî qebûlbikin û zimanê kurdî resmî bibe zimanê perwerdeyê. Herweha FKKS daxwaz li hevwelatiyan dike ku di 21ê Sibatê di roja navneteweyî ya zimanê zikmakî de ew zêdetir xwedî li zimanê xwe derkevin û şiyarên; “Zimanê me hebûna me ye!” û “bi zimanê Kurdî perwerde“ bilind bikin.
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê