
21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî
21ê Sibatê, Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî ye. Di vê rojê de şahî ye. Xwendevan, mamosteyên wan, dê û bavên wan, govend digirin û vê rojê bi dilşadî pîroz dikin. Zimanê zikmakî mafek mirovane ye. Ziman nasnameyê çêdike. Em bê zimanê dayîka xwe nikarin jîyaneke bi wate û birûmet bijîn.
Profesor Maria Borgström (1998) dinivîse, dibêje mirov nikare bê nasnameya xwe, jîyaneke bi wate û birûmet bijî. Li gorî wê mirov nikare bê nasname bijî. Nasnameya mirovî hebûneke birûmet e û ew rûmet di zimanî de ye. Li gorî Unesco ji 6000 zimanan, 199 ziman ji aliyê 9-10 kesan ve tê peyvandin û bi qasî 200 zimanên dî jî, ber bi mirinê ve diçin. Zazakî yek ji wan zimanan e, ku ber bi mirinê ve diçe, ji lewre divê zazakî bê parastin. Goranî û lûrî jî, ber bi mirinê ve diçin. Divê ew jî bên parastin. Windebûna zimanan zirarê dide mirovahîyê.
Di sala 1999an de roja zimanê zikmakî ji aliyê UNESCO (FN) ve hate pejirandin û bû roja zimanê zikmakî ya navneteweyê. Ev roj tê wateya ku mirov bi qebûlkirina mafên zimanî yên kesên dî dibe însan û hevdem. Nasnameya nûjen ew e, ku mirov nasname, kultur û tradîsyonên cuda wekî yên xwe dibîne û diparêze. Gava ku em qala parastina zmanî li bakurê Kurdistanê dikin, hingê tenê kurmancî tê bîra me û em zazakî ji bîr dikin. Çima? Divê em zazakî, goranî û lûrî ji wekî kurmancî biparêzin. Ji xwe roja zimanê zikmakî bal dikişîne ser zimanên qels ên ku di bin tehdîtê de ne. Zazakî di bin tehdîtê de ye. Lê ev tişt ji bo soranî derbas nabe; soranî ji tehdîtê rizgar bûye û zimanekî fermî li başurê Kurdistanê. Pêşniyaza min ev e: herêma ku zaza dijîn, li wir zimanê perwerdeyê bila bibe zazakî û kurmancî bibe zimanê fermî li Bakurê Kurdistanê. Pêşniyaza ji bo Başurê Kurdistanê ji ev e: li herêma ku soran dijîn, bila soranî bibe zimanê fermî û kurmancî bibe zmanî duhemîn û li Rojhilata Kurdistan jî, li herêma kurmancan, bila kurmancî bibe zimanê fermî û soranî bibe ziman duhemîn. Ji bo em hevûdu fem bikin, divê em di sê pêgavên jîyanê re derbas bibin, ew pêgav jî ev in: (grafik)
Pêgava 3an: Ezbûn
Ez ji bo xwe û yên dî me. Li vir ez qala sîntezê dikim.
(Dîyalog).
|
Pêgava 2an:
Ezbûn
Ez ji bo xwe me. Ez ne tirkê ”çiyayî” me. Li vir “ez” dibe objekt û xwe nas dike .
|
Pêgava 1ê:
Ezbûn
Ez di hundirê xwe de me.
|
Di derbara vê roja zimanê zikmakî de UNESCO dibeje: ”mafê her zarokî/ê heye ku bi zmanê xwe yê zikmakî perwerde bibe û divê kes nikaribe vî mafî jê bigire. Divê di her civakê de ev maf hebe û rêliber vebike ji bo pirdengînî û pirkulturî û ev daxwazên hêja dê bibine bingeha paşeroja me.” Ev roja pîroz her sal li welatên ku endamên Yekitîya Ewrûpayê ne, bi çalakîyên pirdengînî û pirrengî ve tê pîrozkirin. Li gorî Konvensîyona Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî, mafên gelên kevnar heye ku bi zimanê xwe (Konvensîyona Zarokan ya NY-ê; bend, 28, 29, 30), çand (bend 31) û nasnameya xwe nas bike (bend 8). Benda Zarokkonvensîyonê Zarokan ya 7an tê wateya ku mafê herkesî heye ku li gorî dilê xwe, navekî li zarokê/a xwe bike. Yanî mafê her kurdekî heye navek kurdî li zarokê/a xwe bike. Yanî navên zarok, bajar, gund, xwezayî û hwd ji eslê xwe yên kevnar guhartine, kirine tirkî. Divê ev navên ku hatine guhartin, di bin çavdêrîya NY-ê de wergerînin kurdî wekî berê. Divê navên eslî yên berê bên parastin û serrastkirin. Benda 22an ya Konvensîyona Zarokan ya NY-ê, qala parastina mafên zarokên penaber û cîhîştîyan dike. Zarokên me yên ku di vê rewşê de pir in. Kirinên nijadperest ên ku li welatê me hatine kirine, bên serrastkirin. Sazî û dezgehên dewletê yên şer û terorê yên wek Jîtem, Ergenekon û tîmên taymetî ji binê ve bên rakirin.
Gelê kurd yek ji neteweyên herî kevn ê Rojhelata Navîn e. Wekî Tirk, faris û ereb, mafê xwe jî heye ku qedera xwe bi destê xwe tayîn bike û li ser axa xwe serbest û azad bijî. Konvensîyona Zarokan ya NY-ê, benda 8an tê wateya ku nasnameya zarokî/ê pir girîng û mafê wî /wê heye ku xwedî li nasnameya xwe derbikeve û wê biparêze.
Biryarên dîrokî di derbara mafên zarokan de:
Di 21ê Sibatê, sala 1952an, di Rojhileta Pakistanê de xwendekarên bengalî yên Universiteta Dhakayê, xwepêşandaneka mezin çêkirin û doza fermîbûna zimanê xwe (bengalî) kirin. Di navbera polîsên Pakistanî û xwendekarên Bengalî de şerekî giran dest pê kir û di vî şerê giran de bi qasî 13-17 xwendekar hatin kuştin. Lê wan mohra xwe li dîrokê xistin.
UNESCO di sala 1953an de li ser girîngîya perwerdeya zarokan bi zmanê zikmakî radiweste û dibêje: “ Divê her zarok bi zmanê xwe, zmanê zikmakî(zimanê malê) perwerde bibe(UNESCO, 1953: 86). Organa Neteweyên Yekbûyî di sala 1989ê de minaqeşe li ser mafên zarokan kir. Ev organ “Konvensîyona zarokan (barnkonvention)” bû. Roja zarokan di sala 1905an de li Stockholmê çêbû. Sedsalîya zarokî/ê di sala 1896an de çêbû.
Biryara Konseya Ewrûpayê di derbara girîngîya zmanê zikmakî de. Ev biryar di roja 17-11.1999ê de çêbû. Rewşa zmanê zikmakî baştir bû. Hukumeta Pakistanê neçar ma ko di 1956ê de urdu û bengalî bi hev re li Pakistanê bike zimanên fermî. 21ê sibatê, di têkoşîna ji bo bikaranîna mafê zimanê zikmakî qonaxeka girîng e. Lewma Unescoyê ev roj pejirand
Armancên Konseya Ewrûpayê ev in:
1. Girîngîya zimanê yekemîn û rola wî ji bo zimanê duyemîn û sêyemîn.
2. Rûmetgirtin ji bo mafên zmanî û kulturî yên hindikneteweyan û tolerans li hember wan.
3. Di demokratbûna her civakekê de, mafê perwerdeya zimanê zikmakî girîng tê dîtin.
4. Girîngiya hînbûna zimanê zikmakî, zmanê malê ji bo aşitî û kêmkirina gelş û problemên civakî.
5. Şagird bi perspektîveka berfireh li mijaran mêze dike û dibe xwedîyê kultureka berfireh.
6. Pêşveçûna teknîkên nûh di warê ragihandina elektronîkî de jî, zimanek bi serê xwe, zimanekî bi tenê têr nake û pirzimanîbûna şagirdî/ê gelek deriyên nûh ji bo wî/wê vedike. Bengladeş heta sala 1971ê mêtingeha Pakistanê bû. Hema hema hemî bengladeşî bi bengalî dipeyivîn, lê dîsa jî zimanê wan yê fermî zimanê Pakistanê, urdu, bû. Bengladeşî ji vê yekê ne razî bûn. Nerazîbûna xwe bi çalakîyên têvel diyar dikirin.
Çavkanî:
Borgström, Maria (1998). Att vara mitt emellan. Hur spanskamerikanska ungdomar i Sverige kan uppfatta villkoren för sin sociokulturella identitetsutveckling. Stockholms Universitet: Stockholm.
(UNESCO, 1953: 86, Regeringens proposition: (1979) 1978/79: 180, Läroplan för grundskolan: Stockholm,
Yilmaz, Maruf (2007) pedagojî, Jîndan: Stockholm