RÛPELA BINGEH | ŞEHÎD | BIKE MALPERA DESTPÊKÊ | BÊXE NÊV BIJAREYAN | KONTAKT  | INFO | LÊGERÎN | ARŞÎV
  Menû
  Legerin


  Têketin
Bikarhêner

Şîfre

Security Code: Security Code
Type Security Code

Bibe endamê Pdk Bakur
  Têketina Admin
· Admin/Berpirs
· çe
· Change Survey
· İçeriği Düzenle
· Derketin
 
Güncel Lista Hevpeymaniya Kurdistanê - Bername û mesaj
Nivîskar: Editor Di: 19.02.2010 Sehet: 12:05
Ji aliyê Editor

PeyamnerMESAJ Û BERNAMEYA LÎSTEYA HEVPEYMANÎYA KURDISTANÊ

MESAJA LÎSTEYA HEVPEYMANÎYA KURDISTANÊ YA JI BO HILBIJARTINA

IRAQÊ

Bi Navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Mesaja Lîsteya Hevpeymanîya Kurdistanê

Lîsteya Hevpeymanîya Kurdistanê di Iraqa nû de, yek ji avakarên serekî yên demokrasî, azadî û federalizmê ye. Lîsteya wan hêzên xwedî tecribe û vîna kurdistanî ye, ku xwedî raboriye tijeserwerî û qurbanîdan e da ku hêvîyên gelê me bi cih bên û azadî, xweşguzeranî û ewlekarîya

welatê me bi cih bibin.

Ev lîsteya serwerîya qanûnê û damezrandina dewleta dezgehên sivîl e, ku dê li ser bingeharêzgirtina vên û azadîyên serekîyên mafên mirov be.

Ev lîsteya xebatê ye, da ku avakirin, akincîbûn, demokrasî, civaka sivîl, mafên jinan, azadîya hizrî û parastina mafên gelê me misoger bin.

Hevpeymanîya Kurdistanê giringîyeke serekî dide geşepêdana civaka Kurdistanê, xizmetguzarîyan pêşkêş dike û pêdivêyên her çîneka dîyarkirî ya civaka me li ber çav digire.

Ev Lîste xebatê ji bo xurtkirina pêgeha herêman dike û dixwaze, hemû deverên dabirî vegerin ser herêma Kurdistanê, destûra daîmî ya Iraqa federal bi cih bê, şopên tawanên rejîma rûxayî yên wek jenosîda gelê Kurdistanê nemînin û lêqewmî jî bên qerebûkirin.

Lîsteya Hevpeymanîya Kurdistanê, lîsteya jîyana bihevre ya aştîyane ya hêz û alîyên neteweyî, oldarî û îdeolojîk yên pêkhatên cor bi cor yên Iraqê li ser bingehên wekhevî, dadperwerî ûrêkeftinîya siyasî ye.

Tecribe û xebata hey hêz û alîyan û rêberîya partiyên hevpeyman, ji yekrêzîya gelê me re rasttirîn parêzvan in û ji bo parastina destkeftan û bicihanîna hêvîyên gelê me, garantiya xurtbûna statûya gelê me ne.

Êdî bila em ji bo hilbijartineka azad û saxlem ber bi pêş ve biçin, bila em deng bidin LîsteyaHevpeymanîya Kurdistanê, bila ji bo serxistina berbijarên lîsteya parastina gelê me, Lîsteya372 , hemû dengên me yek bin.

BERNAMEYA LİSTEYA HEVPEYMANİYA KURDİSTANÊ

Pirsên Çarenûsaz

Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê dê ji bo van armancan bixebite:

Yekem: Daxwaza axê ku pêkhatiye ji bicihanîna maddeya 140ê ku dê bibe

garantiya ji bo:

1 Bi yekcarî nehiştina paşmayiyên Erebkirinê, raguheztin û derxistinê.

2 Bi awayeki aştiyane, tevî bajêrê Kerkûkê, vegerandina deverên Kurdistanî bo ser

herêma Kurdistanê.

Duyem: Daxwaza mulkiyeta samanan, ev jî ji bicihanîna maddeyên 111,112,141 ên

destûra Iraqê pêkhatî ye û dê bibe garantiya ji bo:

1 Gelê Kurdistanê dê digel petrolê,bi saman û dahatên suriştî behremend bibe.

2 Dê jêrxaneya aboriya Kurdistanê û binemayên niha û dahatûyê xweşguzeraniya

welatiyan bê vejandin.

Sêyem: Daxwaza hevpariya di warê desthilatdariyê de û rêxistina peywendiyên

navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federal ku ev jî ji berdewamkirina siyaseta

tewafuqê pêk hatiye û dê bibe garantiya ji bo:

1 Jiyana bihev re ya hemû pêkhatên cor bi cor yên Iraqê.

2 Serkeftina prosesa siyasî û damezrandina Iraqeka demokratîk, federal û fireyî.

3 Hemû pêkhat dê bigihin mafên xwe.

Asayiş

Hevpeymaniya Kurdistanê dê di warê ewlekariyê de ji bo van armancan bixebite:

1 Dabînkirina ewlekariya hemû welatiyan û parastina wan ji hemû gef û xeteran,

bê ku nasnameya wan a neteweyî, dînî û eknîk li ber çavbê girtin.

2 Xurtkirina giyanê aştiya civakî û jiyana bihevre ya ku dê li ser binemayên

rêzgirtina cudayiyan bê avakirin.

3 Parastina serweriya Iraqê li ser binemayên rêzgirtina serweriya welatên cîran,

aştiya cîhanî û destnewerdan li karûbarê navxwe yê hev..

4 Dabînkirina amêr û alavên nûjen û pêşkeftî ji hêzên polîsan û parêzkarên asayişa

welatiyan re, pêşkêşkirina alîkariyên pêdivê û perwerdekirina karmendên van

hêzan.

Azadiyên Bingehîn

Ji bo pêkanîna azadiyên bingehîn yên welatiyan, Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê

dê ji bo van armancan bixebite:

1 Rêzgirtina hemû esasên mafên mirov û hemû azadiyên ku di belgenameyên

navdewletî de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatine erêkirin.

2 Hemû kesek, pêkhateyek û grûpeka civakî di warê hizra xwe, pêşkêşkirina

taybetmendiyên xwe yên neteweyî û dînî de azad in û her weha, di warê pêkanîna

azadiyan de li ser bingeha parastin û îhlalnekirina azadî û taybetmendiyên kes,

pêkhat û grûpên din jî azad in.

3 Destûra Iraqê azadiya rêxistinbûna di nava partiyekê yan rêxistineka civaka sivîl

de, xwenîşandanê û grevê, di çarçoveya qanûnê de daye hemû kes û grûpekê û ji

wan re desteber kiriye û divê hukûmet jî, bi rêya qanûnê van maf û azadiyan

biparêze û di rûyê her kar û kirdarekê de raweste, dema ku ew kar û kirdar van

azadiyan sînordar bikin an îhlal bikin.

Xizmetguzarî

Yekem/ Xizmetguzariyên bingehîn

1 Mafê hemû welatiyan e, ku sûdê ji xizmetguzariyên av, kehreba, rê, pir, tendiristî

û jîngeha paqij werbigirin û erka hikûmetê ye, ku van xizmetguzariyan ji wan re

dabîn bike.

2 Berdewambûna prosesa avakirina gundan û divê giringî ji astê jiyanê, guzeranê û

kar re hebe, daku kuça ber bi bajêran ve bisekîne û kuça ber bi gundan ve dest pê

bibe.

3 Çareserkirina arêşeyên niştecihîbûnê ku Divê di vî warî de xanî û avayî bên

çêkirin, sulfeyên eqarî(kredî) yên demdirêj bên dan û rê ji kerta taybetî re hebe,

daku di vî warî de kar bike.

Duyem/Tenduristî

1 Pêşxistina kerta tendiristiyê ku di vî warî de nexweşxaneyên zêdetir û nûjen bên

avakirin, amûrên pêşkevtî bên kirrîn, doktor û karmendên vî warî bi awayekî

zanistiyane bên perwerdekirin û ev doktor û karmend, li derveyî welat jî beşdarî di

xulên zanistî bibin.

2 Gihandina xizmetguzariyên tendiristiyê bo hemû bajar,bajarok û gundên Iraqê.

3 Ji aliyê kalîte û biserçûyûnê ve kuntrolkirina bazara dermanan û amûrên

pizijkiyê.

4 Nehiştina bazirganiya bi endamên laşên mirovan û cezakirina yên ku vî karî dikin.

5 Derxistina qanûnekê ji bo rêxistina karên nexweşxaneyên taybet û klînîkên

pizijkiyê.

Sêyem/ Perwerde û Xwendin

1 Pêşxistina kerta perwerde û xwendinê, ku bi rêya demokratîzekirina sistema

perwerdeyê û peywendiyên rast ên navbera rêvebiran û desteya mamosta û

xwendvanan bê pêkanîn.

2 Bilindkirina astê zanistiyê, programên xwendinê û dabînkirina amûr û alavên

pêwîst û nû ji hemû qonaxên xwendinê re.

3 Di hemû astan de vekirina xulên rahênanê ji bo hemû mamosta û karmendên

perwerdeyê re.

4 Vekirina dayingeh(krêş), baxçeyên savayan, enstîtû û zankuyan li hemû

parêzgehên Iraqê û amadekirina mamosta, karmend û hemû pêdivêyên wan ên

zanistî.

5 Giringîdan bi xwendina bilind û bilindkirina Divê astê û emaneta zanistiyê di vî

warî de.

Warê Civakî

Geşepêdana civakî kevirê bingehîn yê pêşkeftina siyasî û aborî ye. Ji ber vê yeê jî,

dê Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê, ji bo van armancan bixebite:

1 Pêkanîna aştiya civakî bi rêya parastina tevna civakê, pêgeha civakê, malbatê,

kêmkirina cudayiyên civakî û nehiştina hemû awayên cudayî yên ku li ser bingehên

neteweyî û dînî ne.

2 Divê giringî ji boneyên dînî re hebe û mizgeft, perestgeh û mezarên din, bên

restorekirin û keresteyên avakirinê ji wan re bên dabînkirin.

3 Qerebokirina maddî û giyanî ya kurdên Feylî, Êzdî, Şebek, Mendayî û hemû wan

pêkhatên neteweyî û dînî yên ku di serdemên cihê cihê de ji ber nasnameya xwe,

sitem li wan hatiye kirin.

4 Pêkanîna hemû binemayên qanûnî û praktîkî yên di heqê mafên Turkman, Aşûrî,

Kildanî û Armeniyên Iraqê de û hikûmeta federal, ji bicihanîna wan maddeyên

destûrî berpirsyar e.

5 Belavkirina hişyariya karkirinê û dabînkirina derfeta kar ji hemûyan re û ji bo

nehiştina bêkariyê jî, Divê rê ji karê kerta taybetî re bê vekirin.

6 Divê giringî ji rewşa kêmendaman re hebe û giringî ji wan kesan re jî hebe, ewên

ku xwediyên pêdivêyên taybetî ne û derfeta karkirinê ji wan re hebe û sûd jî, ji

berhemên wan hebe.

7 Divê giringî ji pîrejin û pîremêran re hebe, misogeriyên civakî ji wan re hebin,

cihên mana wan hebin û tendiristî û mirovaniya wan jî parastî bin.

8 Divê misogeriyên tendiristiyê, bûyeran, pîrîtiyê, pekkevtinê, ducaniyê û

wecaxkuriyê hebin.

9 Duristkirina karta misogeriya bêkariyê ji wan kesan re, wên ku nû ji zankuyan û

enstîtûyn mezûn bûne û ji bo yên ku li ser kar nemane, daku kar ji wan re bê

vedîtin.

10 Divê giringî ji sandikayên karkir, pîşeyî û cemawerî re hebe û giringî ji rêxistinên

sivîl re jî hebe. Divê azadî û serxwebûna van sandika û rêxistinan misoger bin, da

ku bi rastî bibin benda navbera civakê û hukûmetê.

11 Divê giringiyek mezin ji mafên jinan re hebe û ew jî dê bi rêya xweşkirina kar û

çalakiyên civakî, siyasî, aborî û rewşenbîriyên wan pêk bê û Divê sûd ji şiyanên wan

bê wergirtin. Divê ew hemû qanûn jî bên rastkirin, yên ku sitemê li jinan dikin û

buhayên wan kêm dikin.

12 Divê giringî ji genc û xortan re û ji daxwaz û berhemên wan re hebe, sûd ji

şiyanên wan di gelek waran de bê wergirtin, peydakirina derfetên guncantir daku

beşdariyê di siyasetê de bikin û bigihin statûya biryara siyasî di nava parlamento,

hikûmet, dezgehên cihê cihê, sdndîka û rêxistinên civaka sivîl de.

13 Divê giringî ji spor û werzişvanan re hebe û amûrên wan bên dabînkirin. Divê

alîkariya hemû tîp û çalakiyên werzişî bê kirin û lîzgehên nûjen li navendên

parêzgehan bên çêkirin. Divê lîzgehên millî jî li tax û bajêrên biçûk û gundan bên

çêkirin û seyran û hevrikiyên werzişiyên li ser astê parêzgehên Iraqê û derveyî

Iraqê jî bên sazdan.

14 Divê giringî ji taybetmendiya werzişa herêma Kurdistanê re, li ser astê

navdewletî, Asiya û deverê hebe.

15 Divê giringî ji wêjvan û rewşenbîran re hebe û ji tore, huner û hunermendan re

hebe. Divê rêzgirtin ji taybetmendiyên neteweyî re hebe û alîkarî ji afirandinê re

hebe. Divê giringî ji sînemayê re jî hebe û pêdivêyên wê bên dabînkirin.

16 Divê şûnwarên kevnên Iraqê bên parastin û kar jî bê kirin, da ku ew şûnwarên

hatine dizîn, dîsan bên vegerandin.

Aborî û Geşepêdan

Ji bo ku aboriyeka geş û dewlemend hebe û di xizmeta xweşî û pêşkeftina civakê de

be û li ser binemayên geşbûneka berdewam be, Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê

dê ji bo van armancan bixebite:

Yekem: Babetên Serekî

1 Dê giringî ji avakirina jêrxaneya aboriya welat re hebe û ew jî bi rêya geşkirina

warên cor bi cor yên berhemanîn, çandin, turizm û pêşvebirina kerta petrol û gazê,

ku êdî pişta aboriya Iraqê , tenê bi petrolê ve neyê girêdan.

2 Piştvanîkirina binemayên aboriya azad, ku tê de dewlet li gora qanûna rêxistina

hevrikiyê kar bike. Ji bo ku piraniya xelkê jî sûdmend bin, xelk beşdariyê tê de bikin

û bi rêya plandanînê jî, geşbûn bê çêkirin.

3 Divê rolek zêdetir ji kerta taybetî re bê dan û sûd ji şiyanên sermayedaran bê

wergirtin.

4 Divê piştvaniya sermayedarên niştimanî li beramber sermayedarên biyanî bê

kirin, daku pirsa bilindkirina nirxên li bazarê bê kontrolkirin.

5 Bilindkirina bihayê dînarê Iraqê li beramber bihayê dolar û diravên din ên

biyanî.

6 Divê tekezî li ser hebûna qanûna parastina bikarber bê kirin.

7 Geşepêdana hemû corên pîşesaziya niştimanî, ku li gora hemû astên pîşesaziyê

yên mezin û navincî bin. Geşkirina projeyên biçûk, pîşesaziya temamkar, pîşesaziya

kumkirinê û alîkarîkirina van aliyan, hêsankarî ji wan re bên pêşkêşkirin û li gora

qanûnê rêxistî bin.

8 Pêşvebirin û çalakkirina sistema bankê, da ku bibe cihê baweriya welatîyan,

xwediyên pîşeyan, bazirganan, cotkaran û sermayedaran û hêsankarî û piştvanî ji

karên wan re hebin.

Duyem/ Çandinî

1 Divê giringî ji kerta çandiniyê re hebe û ew jî, bi rêya çêkirina projeyên stiratejîk,

avdanê, avakirina gundan, gihandina xizmetguzariyan, dayîna kredîyan ji bo

berhemanînê û xwedîkirina lawiran û xwedîkirina masî û tewalan çê dibe.

2 Dabînkirina tov, gilêşê, şitlên baş, alav û amîrên nûjen ji cotkaran re û ji

xwediyên terş û tewalan re. Herweha çêkirina bingehên hilgirtinê û enbarkirina

berhemên xwemalî.

3 Divê pirs û arîşeyên cotkaran û xwediyên berhemên navxweyî, li gora qanûnê

  Lînkên pêre
· Zêdetir Güncel
· ji Editor


Nûçeya herî zêde hatiye xwandin li ser Güncel:
PDK-Bakur li Almanya şehîdên Kurdistanê bibîranî

  Puandana nûçeyê
Puan liserhev: 0
Deng: 0

Tika ye, vê nivîsarê binirxîne:

Şahane
Gelek baş
Baş
Ne baş, ne xerab
Xerab

  Alternatîf

 Li ser kaxezê çap bike Li ser kaxezê çap bike

 Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne

Nûçeyên din ...

Güncel

"Têketin" | Logîn/Navnivîsîn | 0 Nêrîn
Her şanderek berpirsê nêrînên xwe ye. Em berpirsyariya nêrînên çi kesekî nagirin ser xwe.
www.pdk-bakur.com

PHP-Nuke Copyright © 2004. This is free software, and you may redistribute it under the GPL.

Ravakirina Malperê: 0.18 Saniye