
NAVEROKA KOMBÛNA SEROKÊ KURDISTANÊ Û SEROKÊ IRAQA FEDERAL
Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokê Iraqa federal Celal Talebanî, doh li bajêrê Selaheddîn kombûnek bi hevdu re saz dan û tê de behsa hilbijartinên parlamenta Iraqê kirin. Di vê kombûnê de, serokê herêma Kurdistanê behsa serdana xwe ya ber bi Amerîka û Ewropa ve ji serokê Iraqê re kir û serokê Iraqê, þadbûna xwe di bareya encamên vê serdanê de da nîþandan.
Serokê herêma Kurdistanê ji serokê Iraqê re da xuyakirin, ku encamên kombûn û dîdarên wî yên bi serokê Amerîka re û bi cihgirê serokê Amerîka re baþ bûn.
Herweha, serokê herêma Kurdistanê da xuyakirin, ku di vê serdanê de encamên baþ di warên siyasî, aborî û peywendîyên navbera herdu alîyan de hebûn.
Piþtî hîngê serokê herêma Kurdistanê û serokê Iraqê, behsa rewþa niha ya Iraqê û herêma Kurdistanê kirin û bîr û nerîn bi hev dan guherandin.
Mijara giringa navbera serokê herêmê û serokê Iraqê jî, hilbijartinên parlamenta Iraqê bû û herdu alîyan tekez kirin, ku divê ev hilbijartinên han li angora transparensîyê (þeffafîyyetê) bihên encamdan.
Serokê herêma Kurdistanê û serokê Iraqê daxwaz kirin, ku gerek hemû hêz û alîyên siyasîyên Iraqê, beþdarîyê di prosesa hilbijartinan de bikin. (pna)