RÛPELA BINGEH | ŞEHÎD | BIKE MALPERA DESTPÊKÊ | BÊXE NÊV BIJAREYAN | KONTAKT  | INFO | LÊGERÎN | ARŞÎV
  Menû
  Legerin


  Têketin
Bikarhêner

Şîfre

Security Code: Security Code
Type Security Code

Bibe endamê Pdk Bakur
  Têketina Admin
· Admin/Berpirs
· çe
· Change Survey
· Ýçeriði Düzenle
· Derketin
 
Güncel Serokê Kurdistanê serpereþtiya civîneke hevbeþê Encumena Wezîran û Fraksiyonên beþdarbuyiyên Parlemena Kurdistanê dike
Nivîskar: Editor Di: 09.02.2010 Sehet: 21:22
Ji aliyê Editor

Serokê Kurdistanê bi berpirsiyarên siyasî Kurdistanê re civiya

Bi amadebûna Encumena Serokayetiya Herêm, Dr.  Kemal Kerkûkî  Serokê Parlemena Kurdistanê û Dr.  Berhem Ehmed Saleh Serokê Encumena Wezîran û Cîgirên Serokê Parlemen û Encumena Wezîran, îro sêþemme 09/02/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serpereþtiya civîneke hevbeþê firaksiyonên beþdarbuyiyên Parlemena Kurdistanê û Encumena Wezîran kir.

Li civînê de Serok Barzanî naveroka serdana fermî yê Wîlayetê Yekgirtiyên Emerîka ji bo amadebûyan ronahî kir û balkiþand li ser civîna birêz ya li gel Serok Obama Serokê Wîlayetê Yekgirtiyên Emerîka ku bi amadebûna birêz Joseph Biden Cîgirê Serok birêve çû. Her wiha balkiþand li ser hevdîtin û civînên ku li gel xanim Bîlosî Serokê Kongresa Emerîka û her yek ji Wezîrên Derve, Bergirî, Bazirganî û hejmarek ji senator û fermandeyê serbaziyên malniþînkiriyên Emerîka û Kurdistaniyên nîþtecihê Emerîka û xuþk û birayên mesîhiyan û ew semînara ku li peymangeha Brookings ya ku lêkolîna stratejîk pêþkêþ kiribû.
Sebaret bi civîna li gel Serok Obama da, Serok Barzanî balkiþand li ser axaftina Serok Obama ku li êþ û azarên gelê Kurdistanê agahdare û hez nake bi tu awayek ew karesata ku li ser gelê Kurdistanê da hatiye dûbare bibe.
Her wiha dûpata wê yekê kir ku Serok Obama li vê civînê de tekîd li piþtevanî û girêdayîbûna Wîlayetê Yekgirtiyên Emerîka ya Herêma Kurdistaneke asayîþ û geþ de kir li çarçêweya Iraqeke Federal û demokrat da û rêza xwe jî ji bo beþdarî kirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê li pêþxistina Iraqê de derbirî.
Sebaret bi mijarên civînê jî Serok Barzanî balkiþand li ser çend mijareke ku ji wan meseleya Artêþ, Maddeya 140, Yasaya neft û gaz û Pêþmerge û tekîd jî li wê yekê kir ku helwesta Emerîka piþtgîrî kirin bû li cih bi cih kirina maddeya 140 û çareser kirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêm û Hikûmeta Federal li ser bingeha destûra Iraqê û Serok Obama jî xweþhaliya xwe sebaret bi helwesta dawî ya Herêma Kurdistanê ya di der barê yasaya neft û gaz derbirî û tekîd jî li wê yekê kir ku Emerîka bi girîngî temaþa rewþa Herêmê dike û vekiþana hêzên Emerîka jî bi tu awayekê kar nake ser helwesta siyasiya wî welatî beramber bi Iraq û Herêma Kurdistanê.
Serok Barzanî eve jî ragihand ku Serok Obama gelek bi baþî pêwendiyên di navbera Herêm û Tirkiye helsengand û helwesta me jî ew bû ku em hez dikîn baþtirîn pêwendiya me li gel welatên dewruber li ser bingeheke rêz girtin li hevdû û pêwendiyeke hevseng hebê.
Her li vê civînê de Serok Barzanî cext li ser girîngiya pêwendiya Herêm û Emerîka û her wiha hevsengiya Herêm û Hikûmeta Federal û Emerîka li rû bi rûbûna terorê kir û di der barê çespandina aramiya li Iraqê jî ragihand ku çespandina vê aramiyê li wê demê tê holê ku Iraqî bi sercem madde û birgehên destûra welat ve girêdayî bin û cih bi cih bikin.
Di der barê meseleya hilbijartina nû ya Encumena Nûnerên Iraqê jî Serok Barzanî tekîd li wê yekê kir ku Emerîka gelek bi girîngî temaþa hilbijartinan dike. Ji bo wê yekê pêwîste em wekî gelê Kurdistanê bi qursayiyê ve beþdarî li vê hilbijartinê bikîn. Ez spasî hemû hêz û aliyê siyasiyan dikim ji bo yek helwestiya li beramber yasaya hilbijartinê û hêvîdarim ku ev yek helwestî û yek rêzî berdewam bibe, raste cudahî heye li hundir, lê belê li derveyê Herêmê bi taybetî li meseleya stratejiyan da divê
em hemû bi yek helwêst bin.
Divê em xwe ji bo
qonaxên paþarojê rêk bixîn, bi taybetî li yekgirtina hêzê Pêþmerge, dezgehên ewlehiyê, polîs û dozîna aliyek ji bo cih bi cih kirina maddeya 140 ku eve jî erkê Encumena Wezîran û Parlemena Kurdistanê ye.
Çarenivîsa me hemûyan bi pêkve girêdayiye, gelek xweþe eger opozîsyon û desthilat temamkerê hevdû bin, her me çi hebê
divê li çarçêweya Parlemenê da bixîn rû bo ku çareseriyeke guncaw ji bo wan tiþtan bidozîn eve derfeteke ji bo me ku hatiye pêþ û nabê ji dest bidîn, ji ber ku bi yek helwestî dikarîn destkeftên xwe biparêzîn û destkeftên din jî bi dest bixîn.
Her wiha li dawiya civînê de, hejmarek ji Serok Firaksiyonên li nav Parlemena Kurdistanê û her wiha Wezîrên birêz nêrîn û dîtinên xwe sebaret bi çend meseleyekê pêwist bi Herêm ve xistin rû ku cihê girîngîdana Serok Barzanî bûn. (krp)



 
  Lînkên pêre
· Zêdetir Güncel
· ji Editor


Nûçeya herî zêde hatiye xwandin li ser Güncel:
PDK-Bakur li Almanya þehîdên Kurdistanê bibîranî

  Puandana nûçeyê
Puan liserhev: 0
Deng: 0

Tika ye, vê nivîsarê binirxîne:

Şahane
Gelek baş
Baş
Ne baş, ne xerab
Xerab

  Alternatîf

 Li ser kaxezê çap bike Li ser kaxezê çap bike

 Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne

Nûçeyên din ...

Güncel

"Têketin" | Logîn/Navnivîsîn | 0 Nêrîn
Her şanderek berpirsê nêrînên xwe ye. Em berpirsyariya nêrînên çi kesekî nagirin ser xwe.
www.pdk-bakur.com

PHP-Nuke Copyright © 2004. This is free software, and you may redistribute it under the GPL.

Ravakirina Malperê: 0.17 Saniye