RÛPELA BINGEH | ŞEHÎD | BIKE MALPERA DESTPÊKÊ | BÊXE NÊV BIJAREYAN | KONTAKT  | INFO | LÊGERÎN | ARŞÎV
  Menû
  Legerin


  Têketin
Bikarhêner

Şîfre

Security Code: Security Code
Type Security Code

Bibe endamê Pdk Bakur
  Têketina Admin
· Admin/Berpirs
· çe
· Change Survey
· Ýçeriði Düzenle
· Derketin
 
Güncel Dengê Azad - Li Amedê semînerek li ser serîhildana Þêx Seîd
Nivîskar: Editor Di: 09.02.2010 Sehet: 08:36
Ji aliyê Editor

Diyadîn Firat: “Þêx Seîd kesayetekî cuda bûye û ji mirinê netirsiye”

Ji aliyê Komeleya Çand û Hunerê ya ÇIRA ya Amedê ve bi mebesta salvegera serîhildana Þêx Seîdê kal, semînerek hat lidarxistin. Semînera li ser xebat, tekoþîn û jiyana Þêx Seîd, ji aliyê neviyê wî Diyadîn Firat ve hat pêþkêþkirin. Firat, diyar kir ku Þêx Seîd, ji þêxên herêmê yên ji rêzê gelek cûda bûn.



Diyadîn Firat di destpêka axaftina xwe de li ser kurtejiyana Þêx Seîd rawestiya û destnîþan kir ku Þêx Seîd, di sala1860î de li navçeya Palo hatiye dinê û hê di sêsaliya xwe de bavê wî ber bi herêma Serhedê ve koç dike û weha domand; “Þêx Seîd wexta ku sê salî bûye, bavê wî Þêx Mehmût Efendî, ji bo armanca azadiya welat, birêxistinkirina civakê, pêwendîdanîn ligel herêmên din û wd. ji aliyê Terîqeta Nekþîbendî ve ber bi herêma Serhedê ve tê þandin. Þêx Mehmût Efendî bi tevî malbata xwe ve ewil bi qasî salek li Çewlikê bicîh dibe û piþtre derbasê navçeya Xinûsê dibe û li gundê Qolhesarê bicîh dibe.

“Þêx Seîd, hê di xortaniya xwe de bi pirs û pirsgirêkên welat re eleqedar dibe”

Þêx Seîd zaroktiya xwe û ciwantiya xwe li wir derbas dike. Wek tê zanîn, ciwantiya Þêx Seîd di medresê de derbas dibe. Þêx Seîd, di nav mercan de jî li medreseyê tehsîla xwe bi erebî û farisî xilas dike. Þêx Seîd, hê di xortaniya xwe de bi pirs û pirsgirêkên welat, civakî, eþîrtî û wd. re jî eleqedar dibe.”

“Cudatiyeke giring di navbera wî û þêxên din yên adetperest de hebû”

Firat, di berdewamiya axaftina xwe de bal kiþan li ser giringî û xususiyeteke Þêx Seîd û herweha cudatiyeke giring ya navbera wî û þêxên din yên ji rêzê, yên adetperest û weha got;

“Di vê mijarê de ez dikarim bêjim ku cudatiya Þêx Seîd ev e; Þex Seîd bazirganiyê dike û yê ku bazirganiyê jî bike, çavên wî li destên yekê dinê nîn e, kesên bi vî rengî jî di nav civakê de gavek lê pêþ in, ev jî di nav jiyanê de realîtekî ye. Di wê demê de jî gelê kurd zindî bû; di nav xwendevanan de, siyasetê de û li gelek aliyên din yên jiyanê ji bo serfirazî û azadiya gel di nav tekoþînek da bûne. Kurd ne tenê li Kurdistanê, herweha li Ewrûpayê û welatên ereban jî hebûn û din av hewldanê de bûn.

Þêx Seîd Efendî di sala 1903an de heca xwe dike, piþtî ku ji hecê vedigere, jiyana xwe dîsa li Xinûsê berdewam dike. Wexta ku Osmanlî ji hev dikeve û bi destê Îttîhak Terrakî cumhuriyet saz dibe. 1924an de yek qanûnê esasî çêdikin û ew qanûnan da jî hinek behsa kurdan jî tê kirin. Þêx Seîd jî li qanûnê derketine dinhêre ku ji aliyên þaredariyê de behsa mafên kurdan dikin û dibêje ew mafên ku dane kurdan baþe, lê dîsa jî tiþtên ku gelê kurd daxwaz kirine ew wek qanûn derneketiye.

“Þêx Seîd serokatiya Komeleya Azadiyê ya li Erziromê dike”

Þêx Seîd, di nav cemaetên Kurdistanî da ye; Komeleya Azadiyê wê çaxê li Erziromê saz dibe û Xalit Beg û Hecî Mûsa ji Þêx Seîd re dibêjin tû bibe serokê Komeleya Azadiyê û li ser vê yekê Þêx Seîd dibe serok. Siyaseta wê çaxê jî wek îro dînamîk e û ji bo mafên kurdan bi destxin partî saz dibin, cemaet têne berhev û weqf ava dibin. Wek mînak ku li Îstenbolê di sala 1918an de di serokatiya Evdilkadir û hevalên wî de Komela Tealî ya Kurdistanê tê avakirin, piþtî wî jî kovarên bi navê “Bangî Heq”, “Rozî Kurdistan” û li Bexdayê bi navê “Kurdistan” tê çapkirin.

Dema ku Þêx Seîd di zindanê de bûye Ehmet Sureyya û hevalên xwe di zindanê de jê re dibêjin ku Þêx, em bihîstine ku tû helbesta jî dinivsînî, li ser edebiyatê nivîsa dinivîsînî, em kaxêz û pênûsêk ji te ra bînin, tû jî binivsîne. Þêx Seîd qebûl nake û dibije ku wexta ez binivsînim dibe ku destê min biricife ji ber vê jî ezê bînim ziman û bi erebî weha dibêje. “Ez ji çeqelê darê we yê hiþk perwa nakim/ Perwa min ji darê we yê ku pêra me darde dixînên ji wî tûne ye/ Tekoþîna min ji bo gelê min e/Jji bo ol û baweriya min e.”

“Þêx Seîd çu car ji mirinê netirsiye”

Mirov ji mirinê  ditirse lê belê tirsek wûsa di nav Þêx Seîd de tunebû ye. Ji ber ku cavên Þêx Seîd li destê otorîteya navendî nebûye û tirsa ku ez serhildanek çêbikim û ezê werim kuþtin jî tinebûye. Þêxên ku ji aliyê Mistefa Kemal û hereketa wî ya dîktatoriyê ne, li hemberê Þêx Seîd disekinin û dijminatiyê nîþanê Þêx Seîd dikin.

 

Di van hel û mercan de Þêx Seîd radibe çawa dest bi hereketê dike, derdora Þêx Seîd (zarokên wî, birayên wî, murîdên wî, bûk û gundiyên wî) jê dipirsên, dibijên efendî tû diçî kuderê. Þêx Seîd jî ji wan re dibêje ez 65 salî me, min jiyanekî baþ derbas kir, lê belê ku îro rewþa welat ne baþ e û sibê roj mafên me ji destê me were sendin, ez van tiþta dibînim û gava ku ez çûm roja heq hûzûra xwedê jî, xwedê ji min re bêje Seîd, te jiyankî xweþ derbas kir, min mal û jiyanek bi nav û deng da te, lê belê gelê te bindest bû û te çerkir. Pirsekî wûsa ku bipirse ezê çi bersiv bidim. Divê ji bona wî jî mirov dikarê be bersiva xwe bide. Ez, ji bona wî jî hetanî ku ji destê min were, ji bo gelên xwe, malbata xwe û olên xwe din av tekoþînê de cîh bigrim.” (Jêder: Denge Azadi)



 
  Lînkên pêre
· Zêdetir Güncel
· ji Editor


Nûçeya herî zêde hatiye xwandin li ser Güncel:
PDK-Bakur li Almanya þehîdên Kurdistanê bibîranî

  Puandana nûçeyê
Puan liserhev: 0
Deng: 0

Tika ye, vê nivîsarê binirxîne:

Şahane
Gelek baş
Baş
Ne baş, ne xerab
Xerab

  Alternatîf

 Li ser kaxezê çap bike Li ser kaxezê çap bike

 Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne

Nûçeyên din ...

Güncel

"Têketin" | Logîn/Navnivîsîn | 0 Nêrîn
Her şanderek berpirsê nêrînên xwe ye. Em berpirsyariya nêrînên çi kesekî nagirin ser xwe.
www.pdk-bakur.com

PHP-Nuke Copyright © 2004. This is free software, and you may redistribute it under the GPL.

Ravakirina Malperê: 0.18 Saniye