RÛPELA BINGEH | ŞEHÎD | BIKE MALPERA DESTPÊKÊ | BÊXE NÊV BIJAREYAN | KONTAKT  | INFO | LÊGERÎN | ARŞÎV
  Menû
  Legerin


  Têketin
Bikarhêner

Şîfre

Security Code: Security Code
Type Security Code

Bibe endamê Pdk Bakur
  Têketina Admin
· Admin/Berpirs
· çe
· Change Survey
· İçeriği Düzenle
· Derketin
 
Güncel Li Mêrdînê civîneke girîng, nûnerê baweriyan gîhan hevdû
Nivîskar: Editor Di: 06.02.2010 Sehet: 15:09
Ji aliyê Editor

Yekemîn Komcivîna Baweriyan a Mezopotamya destpê kir

Rûdawnet – Mêrdîn: Komîsyona Baweriyan a ser bi KCDê, 1. Komcivîna Baweriyan a Mezopotamya lidar xist. Komcivîn, bi beşdariya nûnerên Elewî, Êzdî, Suryanî, Ermenî, Sunî, Xirîstiyan, akademîsyen, ronakbîr, nivîskar û nûnerên saziyên sivîl destpê kir.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), li Malên Erdoba ya Merdînê dest bi 1. Komcivîna Baweriyan kir. Di komcivînê de ku wê dû rojan berdewam bike kesên beşdar wiha ne: Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş, Parlementerê BDPê yê Dêrsîmê Şerafettîn Halîs, Parlementera BDPê ya Stenbolê Sebahat Tuncel û endamên MYKê, Hevseroka KCDê Yuksel Genç, ji Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyê Seydî Firat, ji Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Omer Guneş, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, ÎHD, KADÎP, EMARJÎ, Komeleya Mehelmî, li ser navê rêxistinên Elewiyan AKD Haci Bektaş, Weqfa Çanda Anatolya ya Pîr Sultan, ABF, Hubyar, nûnerên rêxistinên Elewiyan Kazim Genç û Kemal Bulbul, neviyê Şêx Saîd, Şêx Seydullah Denîz, kalên Elewî, ji aliyên ola Sunnî Nubîhar, Zehra, Med Zehra, Mîzgîn-Der, MAZLUMDER, DÎVES, Şarkiyat-Der, Koma Aştiya Dîcle-Firat, Dîay-Der, alimên Sunnî yên oldar Şêx Seyrî, Şeyh Şafî, Şeyh Celal, Celal Yogler, Kerem Soylu, Yusuf Hoca.

Li ser navên rêxistinên Êzîdiyan Şengal, Laleş, Feleknas Uca, Mîr Tehsîn, Bîro Gormez. Li ser navê baweriya Xirîstiyanan Dêra Protestan, Dêra Suryanî, Dêra Ermeniyan, Patrîka Fener Rum, Yusuf Sag, Deyrul Zaferan, Deyrul Umur, Fîlozof Îskender, Rojnameya Agos, nivîskar, Akademîsyen Niyazî Oktem, Faîk Bulut, Kadrî Yildirim, Ubeydullah Hoca, Reşît Irgat, Fadil Bedîrhanoglu, Şerefhan Cîzîrî, Yakup Gabrîel, Kezban Hatemî, Nacî Kutlay, Ayhan Bîlgen, Ahmet Înan, Altan Tan, Dervîş Keskîn, Prof. Dr. Bîlal Sambur, Kemal Bulbul, Hamza Aksut, Erdogan Aydin, Akîf Hoca, Muhammed Nur Denek, Reşît Irgat û Ewrupa u Hayat Nasturî." Hate zanîn ku nûnerên Êzdîyan li bendê bû ji Laleşê bên lê ji ber pirsgirêka pasaportê wê sibê beşdar bibin.

'Pêvçûn û şer naxwazin'

Ji vexwênerê Komcivîna Baweriyan Nurettîn Sonmez axaftina vekirinê kir û balkişand ser beşdariya komcivînê û spasiya beşdarvanan kir. Sonmez, pêvçûnên heyî û rewşa şerê heyî ya li cîhanê bibîr xist û da zanîn ku tenê di sala 2009an de trilyonek û 800 mîlyar dolar ji bo çekan hatiye veqetandin û balkişand ser wê ya ku bi van pereyan mirov tên kuştin.

Sonmez, daxwiyand ku di bihara 2010an de xaka Mezopotamya dîsa dê bibe dika gelekî pevçûn û êşan û diyar kir ku êdî  şer naxwazin. Sonmez, ragehand ku dixwazin hemû xwedî baweriyên cuda li ba hev bijîn û got: "Endamên baweriyên Elewî, Êzdî, Suryanî, Ermenî, Sunî û Xirîstiyanan di dîrokê de her tim rastî pêkute û êrîşên desthilatdar û serdestan hatine. Ev civîn ji bo hevfamkirinê pir girîng e."

Piştî axaftina vekirinê, mijara, "Baweriyên li Mezopotamya û Anatolya dijîn, paşeroja çandên wan û bandora wan a li ser roja me ya îro" dest pêkir. Di mijara ku Sekreterê Giştî yê Navenda Çanda Pîr Sultan Abdal Kemal Bulbul moderoteriya wê kir de Nivîskar Nacî Kutlay û Nivîskar Hamza Aksuk jî dê gotarên xwe pêşkêş bikin."



 
  Lînkên pêre
· Zêdetir Güncel
· ji Editor


Nûçeya herî zêde hatiye xwandin li ser Güncel:
PDK-Bakur li Almanya şehîdên Kurdistanê bibîranî

  Puandana nûçeyê
Puan liserhev: 0
Deng: 0

Tika ye, vê nivîsarê binirxîne:

Şahane
Gelek baş
Baş
Ne baş, ne xerab
Xerab

  Alternatîf

 Li ser kaxezê çap bike Li ser kaxezê çap bike

 Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne

Nûçeyên din ...

Güncel

"Têketin" | Logîn/Navnivîsîn | 0 Nêrîn
Her şanderek berpirsê nêrînên xwe ye. Em berpirsyariya nêrînên çi kesekî nagirin ser xwe.
www.pdk-bakur.com

PHP-Nuke Copyright © 2004. This is free software, and you may redistribute it under the GPL.

Ravakirina Malperê: 0.18 Saniye